Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Tikab

14:49 - 23 Tebax 2012

Mecîd Cinîkanlû

şaristana Tikabê, yek ji bajarên girîng û stratejîk yên Rojhilata Kurdistanê ye.Tikab li başûrê rojhilata parêzgeha Ûrmiyê cî girtiye û xwedî dîrok û çandekî taybetî û balkêş e.

Şaristana Tikabê li rojava li gel şaristana Şahîndijê û li bakûrê rojhilat li gel Parêzgeha Zencanê û li başûr jî li gel şaristana Seqiz a ser bi Parêzgeha Sine ve hevsînor e. Şaristana han li gel sê parêzgehên Azerbaycan, Sine û Zencanê cîran e.

Rûberê Şaristana han, 5,880,000 metroyên çargoşe ye. Tikab xwediyê 102 gund û herêmekê bi navê ‘’Text Silêman’’e û tenê rûbarekî pirr av yê herêmê heye ku navê wê Saro ye ku ji ava han ji bo vexwarina xelkê bajar mifah jê tê standin.
Nifûsa şaristana Tikabê li gor serjimêriya sala 1385’an a Rojî 81395 kes e.

Piraniya xelkê devera Tikabê Kurd in. Lê li herêma han hin malbatên Azeriyan jî dijîn ku bi derbazbûna demê li wir akincî bûne. Kurdên herêmê Kurmanc, Soran û Kelhûr in ku dîroka akincîbûna wan ji bo serdemên gelek kevin vedigere. Kurmancên herêmê piranî Zaxoranî, Mûsilanî û Çerdawrû ne ku li serdemên gelek kevin û ji ber şer û zordariyên împeratorîyên zal bi ser Îranê li wê herêmê de hatine akincî kirin.

Her wusa li nava Kurdên wir de hin ji wan ku bi goran hatine naskirin, ehlîheq in ku olekî gelek kevin yê Kurd in ku Îro rojê li herêmên Kirmaşan û Îlamê de hene. Kurdên herêma Tikab û Sayîndêj û Miyanduavê navê herêma xwe bi hevşar yan hevt Şar bi nav kirine.

Kurdên herêma Tikab û Sayîndêj û Miyanduavê navê herêma xwe bi hevşar yan hevt Şar bi nav kirine.

Danîna wî navî li ser wan herêman ji bo dîrokek gelek kevin û bi gotina hin ji dîroknasan ji bo serdemê Sasaniyan vedigere ku li vê herêmê 7 bajarên mezin li cem hev bûne lê bi derbaz bûna çax, zaf ji wan bajaran jinav çûne û hin ji wan jî mane. Ew gotina han ji aliyê gelek ji dîroknivîsan ve hatiye piştrast kirin.

Her wusa hin kes jî dibêjin ku Hevşar bi wateya êla Efşar tê û Nadir Şahê Efşar li wê herêmê ji dayîk bûye. Efşar êlekî bi esil Kurd in ku zêdetir li bakûrê Kurdistanê jiyanê dikin, lê yên ku derbazî Îranê bûne piranî bûne Tirk û xwe bi Tirk didin nasîn.
Li herêma Tikab û derdora wî bajarî gelek şûnwarên kevin ku dîroka wan hemû bo Kurdistanî bûna vê herêmê vedigere hene. Textê Silêman ku yek ji cihên herî kevnar yê Rojhilata navîne, li vê herêma Kurdistanê de hilketî ye.

Text Silêman ku cihê Agirgeha bi nav û deng ya şahên Sasanî ye û dîroka wê ji bo pitir ji 3500 salan vedigere û li zaf pirtûk û çavkaniyên dîrokî navê wê hatiye. Agirgeha Azergeşseb wek 4’mîn şûnwarê kevin yê Îranê li Yûnisko’yê hatiye tomar kirin.

Dîroka eşkere ya vê Agirgehê, bo pitir ji 3500 salan berî zayînê vedigere. Ev Agirgeha pîroz, xwedî gelek belge li dîroka Kurdan e. Li cem vê Agirgehê bi sedan asewarên din hene ku bo mînak em dikarin îşare bi: Çiyayê Zîndan a Silêman, Kela Bilqêys, Kela Sarî Qûrxan, Çar Sitûn û Zîndana Birince bikin.

Tikab li serdemê Sasaniyan de gelek girîngî hebûye û şahên Sasanî hemû salê ji bo ziyareta Agirgehê diçûne vê herêmê û her seba vê yekê Tikab xwedî girîngiyek zaf bûye û şahên Sasanî li avedaniya wî bajarî de gelek kar kirine.

Li rastî de Agirgeha Azergeşsib wek hêmaya hevgirtin û sembola hêza dewlata Sasanî û Zerdeştiyan bûye. Tê gotin ku agirê Agirgehê pitir ji 800 salan her hilbûye û Mûxên Zerdeştiyan li wir xwedî qedir û qîmetek zaf bûne. piştî dagîrkirina Îranê ji aliyê Ereban hêdî hêdî ew rûmeta xwe ji dest da û wek cihekî kafiran dihat mêze kirin.

Li serdemê Qacaran ev herêm wek herêmekî gelek girîng ji bo Kurdan dihat hesibandin û piştî serhildana Şêx Ubeydula Nehrî û êrîşa wî ya li ser Îranê Kurdên Tikabê li refa şervanên wî de cih girtin û li êrîşa ji bo ser bajarê Meraxê de rolekî taybtî hebûn.

Her çend ku şervanên Şêx tenê heya nêzîkî bajarê Meraxê çûn. Niha jî li derveyî bajarê Meraxê cihek heye ku wek hêmaya Şêxê Neherî bi cih maye û nîşanderê wî serdemê zêrîn e.

Li serdemê Serhildana Simkoyê Şikak de, êlên herêma Tikabê gelek cangorîtî li refa şervanên Simko de kirine û bi awayekî gelek xurt dest bi xebat ji bo rizgariya xaka bab û kalan kirin.

Li piraniya şerên herêmê de Kurdên Tikabê beşdariyekî bi bandor hebûn û li şerê Bajarê Miyanduavê de bi camêriya xwe leşkerên Îranê têkşikandin.

Kurdên Tikabê û bajarê Tikabê wek yek ji herêmên herî girîng yên Kurdistanê tên hesibandin û bêşik dibe em hewil bidin vê nasnameya Kurdistanî ku îro seba siyasetên mirar yên ku Komara Îslamî a Îranê girtiye ber, li jinavçûnê biparêzin.