Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Urmiye

21:46 - 24 Gulan 2012

Mecîd Cinîkanlû
Bajarê Urmiyê berê weke yek ji mezintirîn navendên zanistî û olî hatiye hesibandin, ku împeratoriya Romê ji bo destpêregihîştina bi Azerexşê mezin, Azergeşseb û paytextê Havînî ê Sasaniyan çendîn caran li vî bajarî re derbas bûne. Bajarê Urmiyê çendîn egît pêşkêşî gelê Kurd kirine ku bi nav û dengtirînê wan, Emîrxanê Biradost û Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Niho Şikak in.
Urmiye bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye. Rojavayê wê Bakûrê Kurdistanê ye û rojhilata wê, gola Urmiyê ye. Başûra wê bajarê Şinoyê ye. Li herêmê de Kurd, Asûrî, Azerî û Ermenî jiyanê dikin. Nifûsa Parêzgehê 2496320 Kes e, û rûberê wê 27059 KM û Nefûsa Bajarê Urmiyê 825000 Kes e, û rûberê wê 5899 KM.

Bajarê Urmiyê ji herêmên Dol, Geliyê Qasimlo, Mirgewer, Tirgewer, Deşt, Soma, Biradost, Kinarberoj û Enzelê pêk hatiye.
Urmiye û wateya wê

Rûberê bajarê Urmiyê qasî 5899 kîlometroyan e, ku li Bakûra Rojava a Îranê û Rojhilata Kurdistanê hilketiye. Şaristana Urmiyê ji bakûr ve tevî bajarê Selmas, ji Rojava ve tevî tevî Kurdistana Bakûr, ji Başûr ve tevî bajarê Şino û ji Rojhilat ve tevî gola Umriyê cîran e. Bajarê Urmiyê ku rûberê wê qasî 42.7 kîlometran e li kêleka gola Urmiyê ye. Ji şûnwarên dîrokî ên bajarê Urmiyê em dikarina qala wan cuhan bikin: Goy Tepe, Girê Hesenlû, Avahiya Mizgewta Cami’e, Kilîsaya Nene Meryem, Aramgeha Gunbed, Îmamzade, Kela Bêrdûkê, Kela Dimdim, Kela Simayîlaxayê yekem, Kela Simayîl axayê Şikak. Herweha gola Urmiyê jî giringiyek taybet daye bajarê Urmiyê. Gola Urmiyê 4810 Kîlometra şargoşe ye. Zêdetir ji 120 giravên wê hene ku herî mezin girava Şahî (kebûdan)e. Li gorî çavkaniyên Evistayî navê bajarê Urmiyê li destpêkê de Çîçest bûye ku piştre guherîn bi ser de hatiye û bûye Urmiye. Serbarê vê çendê hebûna Zerdeşt pêxmberê Îrana kevnar li Urmiyê bi xwe ji sedemên girîngiya wê herêmê ye. Zerdeşt xwediyê du pirtûkan bi zimanê Kurdî bûye ku pirtûkên han li ser çermê Gamêşan hatiye nivîsandin. Herweha egera hebûna qebrê dayîka Zerdeşt li gundê Enbê li 25 kîlometriya bajarê Urmiyê li herêma Tirgewer bi xwe nîşanderê vê rastiyê ye. Hebûna navên Evistayî ên gundên herêmê weke Mawane, Sîlvana, Dezgir û...hwd bi xwe nîşanderê nasnameya dîrokî û pîrozbûna wî bajarî ne. Li gorî hinek çavkaniyan Urmiye navek Siryanî ye, û tê wateya bajarê Avê.
Bajarê Urmiyê berê weke yek ji mezintirîn navendên zanistî û olî hatiye hesibandin, ku împeratoriya Romê ji bo destpêregihîştina bi Azerexşê mezin, Azergeşseb û paytextê Havînî ê Sasaniyan çendîn caran li vî bajarî re derbas bûne. Bajarê Urmiyê çendîn egît pêşkêşî gelê Kurd kirine ku bi nav û dengtirînê wan, Emîrxanê Biradost û Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Niho Şikak in. Her çend ku Urmiye çendîn caran ketiye ber êrîş û talankirina neteweyên biyanî, lê hêj nasnameya xwe a Kurdistanî parastiye û xebata xortên gelê Kurd ji bo azadiya wê ji çengên dagirkeran dê her berdewam be. Her çend ku li wî bajarê de du neteweyên serekî yên Kurd û Azerî dijîn, lê dîrok mezintirîn şahîdê Kurdistanîbûna wî bajarî ye ku helbesta Dim Dim jê re hatiye gotin.

Hatina îla Efşar bo bajarê Urmiyê û guherîna demografiya herêmê

Dûrxistina bi kom a bi hezaran malbatên îlên Kurdan ên herêma Urmiyê, bo Xorasana Bakûr û piştî wê şikesta terajîdî a îlên Biradost û Mukrî û girtina kela Dim Dim û kuştina mezinên Kurdan û pareke zaf ji alîgirên Emîrxanê Biradost (Lepzêrîn) û tevkujiya îla Mukiryan, gişt bûne destpêkek bona guherîneke bingehîn di pêkhateya akinciyên vê herêmê û di encam de guherîna demografiya herêmê bi qazancê nexweciyên vê herêma Kurdistanê.
Di encama van bûyeran û guherînên di warê aborî, civakî, siyasî, Kurdan ji bilî evê ku pareke zaf ji hêza xwe a mirovî û madî ji dest dan, di berhevdanêt herêmê de jî wekî berê xwedîhêz neman û hêza desthilatdariyê jî ji dest dan ku pêştir di destê mezinên Kurdan de bû. Dema ku şah Ebas li ser text rûnişt, di şerê Bexdayê de ji cesuriya Efşaran, Şah Ebbas ji hêza vê îlê agehdar bû, yek ji mezinên vê îlê bi navê Kelbelî xwest û navê Xan pê bexşî û ferman dayê ku îla ji hev belavbûyî a Efşar kom bike û wan bibe danê Urmiyê di ciyê Kurdan de.

Kurd li Urmiyê bi salane ku dijîn û niha bi derbasbûna zeman ev aloziyên berê namane, lê rejîma Îranê hertim dixwaze bi çêkirina pirsgirêkan Kurd û Azeriyan berde cane hev. Lê bi zanîn û têgihiştan Kurdên welatparêz û Azeriyên rûnakbîr ev pilan ser nagirin.

Kurdên Urmiyê li bajêr de bi zehmet û xebata welatparêzan Enîstîtoyek bi navê Ehmedê xanî ava kirine, ku Karê çandî dike. Herwusa li derveyî Welat rêxistinek bi navê Civaka Asti Û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK) ava kirine.