Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyekî PDKÎ koça dawiyê kir

14:33 - 16 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Kak Mihemed Muradxanî bavê pêşmergeyekî PDKÎ li bajarê Bokanê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 24`ê Gelawêjê, kak Mihemed Muradxanî jidayîkbûyê sala 1329`an a Rojî li gundê Paşbilax, û rûniştiyê Mîrawaya Bokanê, di temenê 68 saliyê de, piştî heyamekê hevrikiya digel nexweşiyê koça dawiyê kir.

Kak Mihemed Muradî bavê hevalê pêşmerge, Luqman Muradxanî kadrê PDKÎ ye.

Kak Mihemed kesayetiyekî welatparêz, û cihê baweriyê û xweşdiviyê xelkê navçeyê bû.

Termê navbirî di nava girseya xelkê navçeyê, li goristana Mîrava de bi axê hate spartin. PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarê navbirî, û xwe şirîkê xema wan dizane.