Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazarên Amerîkayê, êdî ferşên Îranî nabînin

11:55 - 9 Tebax 2018

Kurdistan,media: Şandina ferşê Îranî bo bazara Amerîkayê êdî qedexe ye, û bi vî awayî gellek Îranî karê xwe ji dest didin.

Ferşê Îranî ji yekem kelûpelan bû ku digel vegerandina dorpêçên Amerîkayê, şandina wan bo Amerîkayê hate qedexekirin. Zêdetir ji şeş milyon kes di Îranê de, ji riya pîşeya çêkirina ferşan, bijêwa jiyana xwe bi dest dixistin, û risqê xwe û malbata xwe peyda dikirin, herçend berpirsên rejîma Îranê yên di pîşesaziya ferşçêkirinê de kar dikin, ragehandine ku ewê bazara Amerîkaya Latîn bikin cihgir û bedîlê bazarên din.

Seroka Saziya Ferşê Îranê Firişte Destpak ragehandiye ku li gora texmînan, nêzî 1 milyon kes di Îranê de ferşên destî çê dikin, û risqê 6 milyon kesan jî ser çêkirina van ferşan e.

Wê ragehandiye ku dibe dewlet karekî wisa bike, ku di encama dorpêçan de, ew zererê nekin, û jiyana wan nekeve metirsiyê de.

Niha di bazara ber bi şikestê ya ferşê Îranê, ku êdî di asta cîhanê de kiryaraek wisa tuneye, û ewên ku dikirîn jî, êdî digel vegerandina dorpêçan, nikarin ferşê Îranê bikirin, berpirs dixwazin riyên cur bi cur bibînin.

Lê ferşçin êdî tu baweriyeke wan bi sozên berpirsan nemaye, û gellek nîgeran in ji pêşeroja karê xwe, ku piraniya wan, tenê bi vê riyê, xwe û malbata xwe bi rê ve dibin.