Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Bazên Zagrosê” êrîşa li ser hêzên rejîmê li Bane girtin stûyê xwe

13:09 - 17 Tebax 2018

Kurdistanmedia: “Bazên Zagrosê” bi belavkirina daxuyaniyekê di wêblaga fermî ya xwe de, êrîşa hêzên rejîmê li Bane girte stûyê xwe.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

Daxuyaniyek ji aliyê “Bazên Zagrosê” ve

 “Bazên Zagrosê” pola Arbaba radigehînin ku herwekî di daxuyaniyên pêşîn de, me piştevaniya tewaw ya xwe ji tevgera rizgarîxwazane ya xelkê Kurdistanê ragehandibû, bi vî awayî jî em dubare dikin, ku em ji tu tawaneke hêzên dagîrker ên rejîma sêdarê xweş nabin, û emê bersiva cinayetên wan bi derbên giran bidin.

Bazên per û baskagirîn ên me, îro 25`ê Gelawêjê, demjimêr 8`ê êvarê, pîkabeke pirr ji çekdarên kirêgirtî ên qirêjxwar ên henga sînorî li nêzî gundê “Billesen” li ser riya “Berdebûk-Bane” dane ber destrêja çeka tolhildanê ya şehîdên pêşmerge, û hejmareke berçav ji wan gehandin cezaya xulamokiya wan bo Komara Îslamî û tawanên wê, ku heya niha çar ji wan hatine kuştin, û sê jî birîndar in, ku yek ji birîndaran “Kewserî” berpirsê henga sînorî ya Çoman û Zelê ye. Di daxuyaniya bê de, emê navên kuştî û birîndarên dijmin ragehînin.

Cihê xwe de ye, ku em pirr bi dil destên bazên xwe biguhuşin, û Fermandariya Giştî ya Bazên Zagrosê, derheq vê derba bibandor ku li cendekê vala ê hêzên serkutkar ên rejîma Tehranê xistine, destxweşiyê dibêje wan, ku bi vê êrîşa lehengane, dilê xelkê Kurdistaniyan xweş kirin.

Bazên Zagrosê

25.05.1397