Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazerganekî Îtalyayî: Ewropa nikare li hemberî Amerîka te çi tiştî bike

12:23 - 9 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Yekem pêla tehrîmên Amerîkayê dest pê kiriye, û wan dorpêçan rejîm bi tewahî xistiye tengaviyê de.

Di çarçoveya dorpêçên nû de, Bikaranîna Dolar di ticaretya bi rejîma Îranê re hatiye qedexekirin. Herwisa firotina balafiran, filizên buhagiran û pîşesazî, hevkariya digel pîşesaziya tirmbêlsaziyê ya Îranê, û kirîna kelûpelên xeyrî neftî jî qedexe kiriye.

Ji aliyekî din ve gefên Ewropiyan û hewldana wan bo berdewamiya karkirina

şirketên derekî di Îranê de, wisa dixuye ku hewlên bêçine û bê encam bin, û zêdetir hewlên heysiyetî bin. Şirketên mezin yên Ewropayî yek li pey yekê ji Îranê derdikevin, û amade nînin  ku rîska wergirtina cezayên giran ji aliyê Xizînedariya Amerîkayê ve qebûl bikin.

Trump bi eşkere ragehand ku dibe ew kes û navendên ku bi Îranê re alîkar bin, li benda berbirûbûneke cidî ya me bin, û ew li ser du riya sekinîne, yan dibe digel me berdewam bin, yan jî digel rejîma Îranê.

Di dema dorpêçên berî lihevkirina Bercamê, gellek ji wan bank û navendên malî ku ew tehrîm cîbicî nedikirin û digel rejîma Îranê bazerganî dikirin, hatin cezakirin. Zêdetirîn ceza bi ser wan navendan de hate sepandin:

BNP a Firansî: 8.9 milyard Dolar, HSBC a Birîtanî: 1 milyard û 920 milyon Dolar, Commerzbank a Alman: 1.4 Milyard Dolar, ZTE a Çînî 1.3 milyard Dolar. Aliyê kêm 30 navendên malî û bankî ên din jî neçar man ku çend sed milyon Dolarî bidin Wezareta Xizînedariya Amerîkayê.

Li hemberî van dorpêçan de, Ewropayî hewl didin ku şirketan neçar bikin bona alîkariya bi rejîma Îranê re. YE di sala 1996`an de, yasayek pejirandibû, bi navê “Yasaya Astengkirinê”. Ew yasa li hemberî tehrîmên Amerîkayê li dijî Kûbayê bû. Lê karxanedarekî Îtalyayî dibêje: “Wê yasayê wê demê jî tu bersiveke erênî neda, û ezmûn û ceribandineke şikestxwarî ye. Jiberku di Ewropa de dewlet nikarin bazerganan neçar bikin ku peyrewiyê ji siyasteên wan bikin”.