Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bedela vejiyandina Gola Urmiyê 600 hektarî dikin park

18:35 - 12 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Rejîm di pirojeyeke nû de, bedela vejiyandina gola Urmiyê 600 hektarî ji rûberê gola Urmiyê dike park.

Rejîmê di pirojeya herî nû ya têkderane de, biryar daye ku 600 hektarî ji rûberê hişikbûyî ê gola Urmiyê, bike park. Ew yek bûye sedema nerazîbûna çalakên jîngehê, û heta hinek ji wan berpirsên rejîma Îranê li parêzgeha Urmiyê, ku wisa dixuye ji dizî û gendeliyê di dema çêkirina vê parkê de çi pişkek ber wan nakeve, û dijberiya xwe digel  vê pirojê nîşan dane.

Ruhullah Hezretpûr nûnerê rejîmê di meclisê de, li dijkiryara bi vê pirojeyê ragehandiye, ku di pênc salên borî de, hemû hewlên vejiyandina gola Urmiyê bêencam bûne, û hewla çêkirina parkê jî xisareke zêdetir digehîne gola Urmiyê.

Hezretpûr li ser pirojeya çêkirina parkê li ser rûberê hişikbûyî ê gola Urmiyê, bas ji vê kiriye, ku di vê parkê de, dixwazin dar û gulan biçînin, û heta çar bîrên kûr jî li wir lêdane, ku bikaranîna avê ji van çar bîran, bi qasî ava dehan gundî ye.

Pirojeyên nekarnasane ên rejîmê ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve têne cîbicîkirin, sedema serekî ya hişikbûna vê golê bûne, û niha jî Spaha Pasdaran dest ji wan pirojeyan hil nagre, û bi bê berçavgirtina berjewendiyên giştî, tenê bo berjewendiyên xwe, û dahatê ji vê riyê ve, bi sedan pirojeyan  li sertaserî Îranê cîbicî dike.