Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belûçistan û doma tepeseriyê

23:57 - 24 Gulan 2012

Selîm Zencîrî

Wa serê çend rojane ku Parêzgeha Belûçistan bûye qada nearamî, şer û pevçûnan li navbera xelk û desthilatê. Nearamiyek ku piştî kuştina Molewî Mistefa Cengî, pêşnimêjê bajarokê Rask (ser bi parêzgeha Belûçistanê) ku hevdem fermanderek hêza besîc li wê deverê de bûyederketiye holê. Rewşek ku derfetê dide rejîmê ku bi keyfa dilê xwe serkût bike, bigre, bikuje û deverê jî mîlîtarîzetir bike.

Serbarê wê ku Cundulahê berpirsatiya kuştina wî girtiye stûyê xwe, lê rejîmê bi dehan kes ji mamostayên ayînî ên Sune meseb û şaromendên Belûç bi tometa dest hebûn li wê kuştinê de destbiser kirine û ji riya givaş û îşkenceyan ve, girtiyan neçar bi îtirafên direvîn û nimayişî li Televîzyonan de dike bona vê ku weha bide nîşandan ku destê derekî li van nearamiyan de heye, û bikare bigehe armancên veşartî ên xwe; ku yek ji wan kuntirol û modîriyeta qutabxaneyên dînî û mizgevtên Suniyan e li piratîkê de. Ya din jî heyf û tolhildan ji Erebsitan û Behrînê, piştî derketina aloziyên vê dawiyê li navbera wan de. Wate dixwaze bi teyîsandina şerê mesebî, Suneyan bike goriyê şerê siyasî- mesebî û deverî ê xwe.

Li vê çarçoveyê de gelek malper û medyayên tundrew û radîkal ên xwe, weke Zahidan press besîc kirine ku agirê şerê mesebî xurt bikin û li dijî Sunneyan piropagandeyan dikin. Bêguman zirarên meşandina siyasetek weha dê berfireh bin. Lewre erkê her kes û aliyekê ye ku li hember vê serkut, pîlan û fitneya rejîmê de bêdeng û xemsar nebin. Bi taybetî medya divê rolê xwe li pûçkirina vê siyasetê de bilîzin. Her çend ku heya niha core bêdengî yan xemsariyek li vê derheqê de dixuye.