Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beriya Mêrdînê û Êzidiyên wê (Konê Reş)

14:36 - 1 Îlon 2014

(Konê Reş)

Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eşîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî (Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve.
Belê ji çemê Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deşta Wêranşarê, ew jî cihê rûniştina du eşîrên Kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paşê.
Gellek kalemêrin herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 km ta bi rojavayî Serê Kaniyê bi 22 km, jêre dihat gotin Milan, Xelecan û deşta Wêranşarê. Wek ku diyar e, herêma Wêranşarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê eşîrên Kurdên Êzidî û misilmana ne.
Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û cefayê ve, ji ber şerê êlitiyê ku di navbera Kurdên Êzîdî, Kurdên misilman û Erebên misilman yên eşîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn, ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Şingalê û Kurdistana başûr girtin, hin ber bi rojava ve çûn, xwe li herêma Mêrdînê û çiyayê kurmênc girtin û gellek ji ber zilm û zorê bûn misilman û yên mayî di beriya Mêrdînê û Wêranşarê de belav bûn.
Xwe di nav eşêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eşîra Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paşê, û piraniya wan roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja Îro gundên wan di nav gundên Ereb û Kurdên Misilman de belavin.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.