Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bersivek kurt bi piropagandayên bijehr li dijî xelkê Kurdistanê

20:34 - 24 Îlon 2012

PDK Îran û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê derheq van piropagandayên ku piştî rêketinnameya hevpar a her du partiyan li dijî wan hatine kirin, rohnkirinek hevpar bo raya giştî weşandin.

Deqa rohnkirinê bi vî awayî ye:
Li van rojên dawîn de û piştî bilavbûna rêketinnameya hevpar a PDK Îran û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê tevî piştewanî û pêşwaziya berfireh, pêlek ji piropagandayên nerewa û berxwarkar ên ragihandinan jî derheq vê rêketinnameyê derketine rojevê ku pêwîstiya vê rohnkirina me wajokarên vê rêketinnameyê ji bo bîr û raya giştî derxist holê.

Parek ji piropagandaya van ragihandinan ewqas dûr ji rastî, nizm û xapîner in ku hêjayî bersivdayînek micid ji aliyê me ve nine. Ew kesên ku daxwaza tobê ji Wîlayeta Feqîh û pesna serkuta gelê kurd dikin û radigehînin ku amade ne bo hevkarî kirina di vê serkutê de destê rejîma desthilatdar a cînayetkar maç bikin heya ku bi xeyala xwe pêşî ji ji ber hev hiloşîna Îranê bigrin, çi bersivek dibe jêre were dayîn?

Xelkê Kurdistanê ev sivikatî û gefên han zor bihîstine û berçav negirtine. Lê xembarî û azara me ji şûrkêşana hin kesan e ku ji parek ji rewşenbîr û siyasiyên hilketî ên Îranê pêkhatine û niha bi daxuyaniyek nerast ve ketine tirsandin û bilarêdebirina bîr û raya giştî û feza û seqaya bigumanî û dujminatiyê li nav xelkê Îranê de belav dikin.

Wajokarên daxuyaniyê her ji pêngava yekemîn de bi durûşma ‘’berevanî kirin ji yekîtiyê’’û ‘’xebat li dijî hiloşînê’’anku çekek ku heya niha cinayet û serkutên rejîmê li kurdistanê de pê hatine pasawdayîn, hatine meydanê. Her manşeta daxuyaniya wan, anku parêzgarî ji serbexweyî û yekparçeyiya Îranê, destpêka her terze karek bingehîne siyasî, li ser xîmek nerast, berevaj û nedemokratîk didanê.

Bi bawera me destpêka her karek siyasî ku îro bibe bingeha yekgirtina opozîsyona hevgirtinxwaz û li pêşerojê de jî bibe esas bo danînan Yasaya Bingehîn, demokrasî, mafê mirov û pirr rengî, fermînasîna mafê betewan û pabned bûn bi pena nebirine ber tund û tûjiyê li pêwendiyên navxweyî ên xelkê Îranê ye. Berçavgirtin û pabend bûna bi wan bingehan ku dikare bi baştirîn metod yekîtiya Îran û xweseriya rastîn a welat ku em jî parêzgariyê jê dikin, garantî û dabîn bike. Cihê mixabiniyê ye ku dostên demokrasîxwaze me ku li xakên din de pesn û sitayîşa demokrasiyê dikin û ji wê sermiyanekê bi xwe desteber dikin, lê gava ku digîje Kurdistanê û mafê netewî ê kurdan, berevanî kirin ji demokrasiyê ewqas dijwar dibînin û li hember de bi awayek neberpirsane penayê dibine ber xapandina hest û kopalê gefanû bêy tu tirsek exlaqî xwe li gel tîmsarên duh û serdarê îro yekdeng û hev durûşm dikin.

Diyardeya han bi rohntirîn metod diselimîne ku li welatek pirr netewiye Îranê de reftarên durust bi pirsa netewan û bi fermî nasîna mafê wan çiqas başe bo nasîna demokrasîxwaziya rastîn.

Bi taybetî bo me cihê mixabiniyê ye ku hejmarek ji dostên wajokare daxuyaniyê tevî hevnasiyek nêzîk bi tevgera Kurdistanê û partiyên kurdî û zaniyariyên wan li ser bawer û helwesta bi dehan saliye me û piştî midehek zaf ku bi xwe jî bi xebatkarên kurd re pêwendî hebûne û herweha li derbasbûyî de jî xwe bi alîgirê mafê diyarîkirina çarenivîsê û sîstema federaliyê bo Îranê zanîne, niha her tişt ji bîr kirine û bi .......... ‘’ cudaxwaz dibe were îdam kirin’’ hevdeng bûne. Gelo hevalên han nizanin ku pêkanîna tirsek nerast derheq parvekirina Îranê, avek e ku rasterast diçe aşê rejîma Komara Îslamî û tenê xizmetê bi pêkanîna dubendî û dilsariyê li nav refên tevgera giştî a azadîxwazên Îranê dike. Ew jî li rewşşekê de ku zêdetir ji her demekê netewên Îranê bi armanca herifandina rejîma Komara Îslamî û nûkirina Îranê hewcehî bi yekîtî û bernameya hevbeş hene.

Em wajokarên rêketinnameya hevbeş a PDK Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkeş ên Kurdistana Îranê tevî tekez û pêdagiriya dubare li ser xalên rêketinnameyê, radigehînin ku merema me dabînkirina xwastên berheq ên gelê kurd li çarçoveya Îranek azad, demokratîk, federal û sekolar de ye. Me helwesta han ne ji bo dilxweş kirina tu kesî, belkî li gor bawera xwe û li pêxem bernameya siyasî a dehan salî yên partiya xwe wergirtiye. Em bi eşkere tekezê li ser hewcehiya cihgîrkirina sîstemek federal li Îranê de dikin û em bawer in ku nîzamek han ne tenê xwastên gelê kurd û netewên din ên Îranê bi baştirîn şêwaz dabîn bike, belkî pêngavek mezin e li pêxem demokratîzekirina Îranê û qewareya siyasî a dewletê di vî welatî de û herweha garantiya herî bihêz e bo parastina yekîtiya navxweyî a civaka Îranê, bihevre jiyana aram a xelkê û parastina yekîtiya welatê Îranê ye. Tevgera kurd tu car hewla xurtkirina kerb û kîna qewmî nedaye û pêdagirî jî li ser nekiriye, belkî ji kakilek tam demoktarîk û pêşketinxwazane behremend e.

Xwastên netewî ên gelê kurd jî ku îro xwe li durûşma federalîzmê de dibînin, ji şêwazên standarde demokratîk û pesend kiriyên cîhanî peyrewiyê dike û li dijî tu netewe, ziman û çandekê nebûye, belkî li dijî pêkhateya nedemokratîk û totalîtera dewletê li Îranê û serketina xwe jî li pêkanîna guherînkariyên demokratîk li welat de dibîne, nek ji riya dujminatiya bi tu beşek din a civaka Îranê.

Em bi piştgirêdan bi piratîka dehan saliye xwe, tekez li ser vê yekê dikin ku Kurdistan çepera qahîme azadîxwazî û demokrasîxwazî li Îranê de bûye û li rewşên herî dijwar de jî ji dostayetî û hevkariya bi xebatkarên seranserê Îranê re xwe neparastiye, belkî hertim piştewanê gişt azadîxwazên Îranê bûye.

Îro jî nizîkî û hevkariya berdewam a partiyên xwedî ezmûn û bi pêşîne ên kurd ku pêgeha herî bihêz li a xelkî û piştewanî û bawera xelkê bi wan re ye, li çarçoveya vê rêketinnameyê de, eniya xebat li dijî serberedayitiya hakim li Îranê de bihêz dike û dikare wek eniyek bihêz li pêkanîna her terze hevalbendiyek opozîsyona demokrasîxwaze Îranê rola xwe bilîze. Lewre dibe li rastî de bi pêşwaziya opozîsyona demokrasîxwaze seranserî ber bi rû bibe û bi destpêkek baş bihê dîtin.

Em tevî rêz û hurmeta tewaw bo hemû van hevalên ku li hember van gefên nerewa de berevanî ji gelê kurd û xwastekên berheqe wê û partiyên kurdistanî kirine, ev ajîtasyona dujminane ku li dijî gelê kurd û partiyên wê ketiye rê, mehkûm dikin û li ser vê baweriyê ne ku ziman û piropagandayek weha neberpirsane û nedemokratîk, tenê seqaya siyasî bijehr û aloz dike û ji hemû aliyekê ve tundajotiyê xurt dike û tevgera azadîxwazî û dijî serberedayiya giştî li Îranê de aloz dike. Lewre daxwaz ji hemû rewşenbîr, kesatî û hêzên siyasî dikin ku serbarê mehkûmkirina van teblîxatên bijehir, alîkariya cihgîrkirina feza û seqayek guncaw ji bo diyaloga avaker û aram bidin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê

27’ Xermana 1391 a Rojî