Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyeta PDK Îranê di Kongireya Enternasyonal Sosyalîst de

17:36 - 1 Îlon 2012

Kurdistasnamedia: Di roja yekemîn a Kongireya Enternasyonal Sosyalîst de, aliyên Kurdî ên beşdar daxwaza pêkanîna Komîteya Kurdî di Enternasyonal Sosyalîst de kirin.


Li gor rapora Kurdistanmedia, sersiba roja Pêncşemî, berwar 30’ê Tebaxa 2012’an, 24’mîn Kongireya Enternasyonal Sosyalîst li bajarê “Kîp Tawn” Paytextê Afrîqaya Başûr, li jêr dirûşîma “Bo Enternasyonalîzmek Nû û Kultûrek Nû A Solîdarînêt”, destbikar bû û heyeta PDK Îranê, bi serperestiya birêz “Luqman Ehemdî” nûnerê PDK Îrnaê li Enternasyonal Sosyalîst de beşadarî kir.
24’mîn Kongireya Enternasyonal Sosyalîst bi gotara birêz “Kegalêma” Cihgirê Serokkomarê Afrîqaya Başûr destpê kir.
Beşa yekemîn a yekemîn roja Kongireyê ji bo bas û nirxandinên kirîza abûrî a cîhanê û rêkarên Enternasyonal Sosyalîst bo pirsgirêka han hatibû terxankirin.
Piştre hilbijartin ji bo Sekreter û Cihgiran hat encamdayîn û birêz “Luîs Ayala” bi Sekreterê Enternasyonalîst hat hilbijartin.
Ji aliyê aliyên beşdar di Enternasyonal Sosyalîst de daxwaza pêkanîna “Komîteya Kurd” di wê saziyê de kirin.
Di navbirên roja yekemîn a Kongireyê de heyeta PDK Îranê li gel çendîn partiyên beşdar di Enternasyonal Sosyalîst de hevdîtin pêkanîn.