Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şanda PDKÎ di merasima bi axê spartina termê hevjîna mamosta Hejar

14:39 - 11 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ di merasima bi axê spartina termê Me`isûme Ehmedî hevjîna mamosta Hejar helbestvan û edîbê navdar ê Kurd de beşdarî kir.

Roja Înê 25`ê Gelawêjê heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî nûnerê PDKÎ li Hewlêrê di merasima bi axê spartina termê xwedêjêrazî Me`isûme Ehmedî hevjîna mamosta Hejar Mukiryanî di bajarokê Pîrmam de beşdarî kir.

Piştînîvroya heman rojê, şandeke Desteya Kargêrê ya PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî endamê Desteya Kargêrî di merasima sersaxiya navbirî li bajarê Hewlêrê beşdarî kir, û sersaxiya PDKÎ bi malbata mamosta Hejar ragehand.