Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema beşdariya jinan, nehêlan orkstêra semfûnîkê bi rê ve here

14:11 - 1 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Sedema hilweşandina orkstêra semfûnîk di Tehranê de dijberî tevî jenîna sazê ji aliyê jinan ve bû.

Li gor nûçegehaniyan, orkstêra semfûnîk ku qerar bû roja şemî 07.09.1394 li Tehranê bi rê ve here, lê bê vê ku tu sedemên diyarîkirî hebin, ji aliyên berpirsan ve hate hiweşandin û nehêlan orkstêra semfûnîk bi rê ve here.

Di vî warî de Elî Rehberê, rêberê orkstêra semfûnîk ragehand: “Em hatin gazîkirin û li vê derê hemû tiştek bo birêveçûna orkstêra semfûnîk amade bû, kursî bo jenyaran danîbûn, lê dema ku 15 xûlek mabû bo birêveçûnê, ji nişkave hatin û ragehandin ku jin nabe bêne ser sekoyê û sazê bijenin”.

Rehberî di dirêjiya gotinên xwe de got: “Ez ji vê bûyera han pir aciz bûm û min got ez vê bêhurmetiyê qebûl nakim û yan em dê hemû tevî hev vê pirogramê bi rê ve bibin, yan jî em bi rê ve nabin, û di dawiyê de ewan got ku bi tu awayekî nabe jin sazê lêxin, min jî di bersiva xwe de got ez bi rê ve nabim”.

Piştî hatine serkar a Hesen Rûhanî, bo çendîn caran birêveçûna konsêrtên mûzîkê ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve hatine hilweşandin û her di vî warî de heyamek berî niha pîroz Ercumend, berpirsê berê yê Deftera muzîkê ragehandibû ku di sala derbazbûyî de 21 konsêrt hatin hilweşandin.