Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîna 20’emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û hevalên wî li Deftera Siyasiya PDK a Îranê bi rêve ço

18:34 - 17 Îlon 2012

Kurdistnamedia: Bi boneya bîranîna 16’ê Îlonê, Salvegera Dr. Şerefkendî û Hevalên wî, rê û resmek li Deftera Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bi rêve ço.

Ev rê û resm bi Surûda Netewiya “Ey Reqîb” û rêzgirtin ji bo Şehîdên Serbestiya Kurdistanê dest pê kir.

Peyama Deftera Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ji aliyê “Mihemed Nezîf Qadirî” ve hate pêşkeşkirin.

Mihemed Nezîf Qadirî got: Li sala 1992’ê seva beşdarî kirina di Kongireya Enternasyonal Sosyalist de ço Berlînê. Wî di beşa Duyem a sefera xwe de, tevî hin ji çalak û Opozîsyona Rejîmê lil Berlînê hevdîtin pêk anî lê muxabin bi destên dîplomatên terorîste Hukûmeta Îranê hate terorkirin.

Mihemed Nezîf Qadirî got: Şerefkendî di heya,ê 20 Salan xebata xwe di nava Partiyê de, zaf berpirsîtî birêve birin û di hemû deman de rastîbêj û rêberek tewaw eyar bû.

Pişt re helbestek ji “Gulbax Behramî” ve ji aliyê “Çengîz Sîgarçî” pêşkeşî beşdarbûyan hatkirin.

Koma Def a “Sema”, hevnewaziyek seva terora Mîkonosê pêk anîbûn ku pêşkeş kirin.

Peyamên yekîtiyên Xwendekaran û Jinan û Lawan ji aliyê “Rehman Emîrî” ve hat pêşkêşkirin.

Di dawiya bîranînê de, Peyamên Partî û Saziyan seva 20’emîn

Salvegera terora Mîkonîsê hate pêşkeşkirin:

Partiya Demokrata Kurdistan

Yekîtiya Nîştimaniay Kurdistan

Partiya Şuyûî a Kurdistanê

Tevgera Goran

Saziyên Civakiye bajarê Koye