Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîna Dr. Sadiq Şerefkendî di konferansek navnetewî de

14:27 - 15 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Di hola Vîktor Hogo yek ji holê Perlemana Firansa, 20’mîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî bi beşdariya birêz Mistefa Hicrî hat bîranîn.


Li gor rapora Kurdistanmedia, berwar 14’ê Îlona 2012’an, konferansek navnetewî bi boneya 20’mîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî di yek ji holên Perlemana Firansa de hat lidarxistin.
Konferansa han bi alîkariya Enîstîtoya Kurd li Parîsê û Bîroya PDK Îranê li dervey welat hatibû pêkanîn. Civîna han di 5 demjimêran de li jêr navê “Rewşa Îranê Di Dema Rabûna Ereban û Buhara Erebî” di du panelan de hat birêveçûn.

2178.jpg


Di panela yekemîn de kesên han axaftin kirin:

- Haşim Ehmedzade Mamostayê Zanîngeha Ekister a Birîtanya û pisporê pirsên Rojhilata navîn di warê pirsgirêkên etnîkî ên sîstema siyasî a Îranê
- Stîfan Dûdwanyon lêkolerê Navneda Millî a lêkolîna zanistî a Firansa di pêwendî li gel pêwendiyên Îrnaê di gel deverên Rojhilatî
- Marî Ladiye lêkoler di navneda millî a lêkolîna zanistî a Firans adi pêwendî li gel Îranê di dema hilbijartina biguman a Ehmedînijad di sala 2009’an
- Jîl lêkoler di enîstîtoya nirxandinên sitratîjîk ên Firansa di warê pêdeçûn bi pêwendiyên navbera navend û derdor di dema Komara Îslamî de
- Norî Yeşil Yort, mamostayê zanista siyasî yê zanîngeh a “Ankara”a Turkiyê di pêwendî li gel guhertinên pêweniyên Îran û Turkiyê berê û piştî Buhara Erebî

2179.jpg


Panela duyem ku ji aliyê birêz “Kendal Nezan Serokê Enîstîtoya Kurd li Parîsê ve hat birêveçûn, amaje bi netewên nefars ên Îranê hat kirin ku kesên han axaftin kirin:
- Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê PDK Îranê
- Yûsif Ezîzî Benîturuf lêkoler û nivîskarê Ereb
- Nasir Bulîdeyî Sekreterê Yekem yê Partiya Xelkê Beloçistana Îranê
- Hidayet Sultanzade Endamê Komîteya Birêveberî a Tevgera Federa – Demokrat a Azerbaycana Îranê
- Kerîm Ebdiyan berdevkê Partiya Bihevrebûna Demokratîk a Elehwazê
- Mihemed Nezerî ji Saziya Berevanî ji Mafên Xelkê Turkimen

Konferansa han pêşkêş bi bîranîna şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û gişt goriyên terorîzma dewletî a Komara Îslamî a Îranê hat kirin.

Komkujiya sala 1367’an a Rojî