Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîna şehîd Ebdulla Şerîfî

12:50 - 15 Çirriya pêşîn 2012

Muitesem Nûranî


Roja 16’ê Rezbera evsal hejde sal bi ser şehîdbûna hevalê tekoşer û fîdakar, şehîdê serkirde Şehîd Ebdula Şerîfî re derbas bû. Di vê rojê û li sala 1373’an, di demekê de ku desteyek ji kadr û pêşmergeyên komîte şaristana Mehabadê a PDKÎ ji bo karê rêkxistinî û siyasî li halê geştek siyasî de bûn li navbera gundên Kuran û Kawlana serê li Derawa Şekrawê ketin kemîna dujmin û her li yekem destrêja kirêgirtî û caşên rejîmê de mixabin hevalê xevatkar Ebdulla Şerîfî endamê Komîteya Nawendî û berpirsê komîte Şaristana Mehabadê şehîd bû.

Şehîd Ebdulla yek ji wan serkirdeyên şoreşvan û jêhatî bû ku baweriyek kûr bi xebata rizgarîxwazane a neteweya Kurd hebû. Gellek caran digot hêviya min ew e ku Kurdistan rizgar be û azadiya gekê Kurd li rojhilata Kurdistanê bi çavê xwe bibînim, her wek li beşek ji jiyannameya xwe de di vê derheqê dibêje: “ herçend ku jiyan xweş e, lê dema ku hewce be em ji jiyana xweş ya gel re amade ne ku bimrin. Gellek min hêvî dikir ku rojekê ez li nîştimana xwe û nav gelê xwe de bi azadî û serbestî bijiyabam û min rizgariya gelê xwe bi çavê xwe bidîta”.

Şehîdê serkirde herçend ki bi temen ciwan bû, lê kadrek xwedî ezmîn li qada xebatê de bû, wî dizanî ku dîrokê çi erkek giran xistiye ser mila, lewra bi berdewamî mijûlî xwendin û jêhelbirina zanyariyên siyasî ên xwe bû. Li gel vê ku kadrek jêhatî ê rêkxistinî bû hewkariya beşa ragehandina hizbê jî dikir û gellek gotarên siyasî û edebî ên pir nawerok û rojnama Kurdistan û Radyo dengê Kurdistana Îranê dinivîsî.

Bi şehîdbûna wî PDKÎ yek ji kadrên herî jîhatî li asta rêberî û siwarşakekî qada xebat û tekoşîna rojên dijwar ên xebatê ji dest da. Û kadr û pêşmergeyên PDKÎ yar û yawerek dilsoj û mandînenas ji dest dan.

Di rastî de ew yarê hejaran û hêviya hejarên gund û bajarên Kurdistanê bû, û xwezaya bilind û taybetmendiyên wî dilsojî û cesûriya şexsî û exlaqî, û serahet û pakiya wî nîşan dida.

Wî qet ji riya rast la neda, û dijî boçûnên çewt û ne rast bû, ku dixeast partiya wî ji rê derxe yan xisarê bi piristîja partiya wî bigehîne. Her wek ew li jiyannameya xwe de dibêje: “ her kes ku ji min hez dike, daxwza min ew e ku ji PDKÎ hez bike, û riya demokrat bigre pêş”.

Wî serbarê vê ku bawerî bi rizgariya netewî hebû û li pêxema armancên xwe de canê xwe gorî kir, li dema xizmeta bi tevgera Kurd jî kadrek cihê bawera hevalên xwe bû. Bi xwe û bi exlaqên bilind ên xwe, cihê xwe li nav dilê wan de kiribû, jiber ku gellek birayane û dilsojane li gel kadr û pêşmergeyan riftar dikir.

Gelek kesan her tiştê xwe li cem wî bas dikir û wek hevalû xemxwarê xwe lê dinêrî. Tevî vê yekê jî taybetmendiyên bilind wî ew qas zaf in ku nayên hijmartin.

Em serê rêz û hurmetê jêre ditevînin û her dem ew di dilê me de dijî, û armanc û boçûnên wî û tev şehîdên me, meşxel û çiraya riya tekoşîna me ne.