Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranînek ji 7 xebatkarên demokrat û goriyên berjewendiyan

15:02 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Kawe Behramî


PDKÎ bi dirêjahiya xebat û tekoşîna xwe ya berdewam di pêxema gehîştina bi berjewendiyên neteweyî – demokratîk ên xelkê Kurdistanê, berjewendiyên bilind ên neteweya Kurd li tewahiya parên Kurdistanê, li serweyî her cure berjewendiyeke teybetî û hizbî ên xwe daniye û di vê pêxemê de jî, amadeyî her cure cangorîtî û qurbanîdanekê bûye.

Eva ku li vir cihê hûrbîniyê ye û di vê kurte basê de ez dixwazm îşarê pê bikim, bîranînek ji 7 xebatkarên PDKÎ ye, ku di 28’ê rezbera sala 1375’an (Çiriya Pêşîn a sala 1996’an), bi awayekî neberpirsane û dijî pirensîpên mirovtewer û neteweyî, ji aliyê Tevgera Îslamî a Kurdistanê ve radestî Komara Îslamî hatin kirin.

Hewraman li her du parên Kurdistanê (Rojhilat û Başûr) hertim qada xebat û berxewedan û qurbanîdanê bûye, xelkê vê devera xweşik a Kurdistana Îranê, piştevanê xebatkarên demokrat bûne, û ji her derfetekê ku karîbin bi şikoyeke çiyayî, mertala berevanî ji man û hebûna neteweya xwe bûne.

Piştî şoreşa gelên Îranê, devera Hewranamê bi dirêjahiya çendîn salan, cihê heviyan û bêhnvedana kadr û pêşmergên PDKÎ bûye, û gellek caran xebatkarên Kurdistana Başûr jî, di derfetên cur bi cur de bê arîşe û pirsgirêk bi hevre jiyane û, heta gellek caran bi awayekî piraktîkî di rewşên taybet û cur bi cur de jî, xelkê vê deverê û xebatkarên demokrat, hevkar û piştevanê parên din ên Kurdistanê bûne û, di hember de çavnihêriya tu destxweşî û padaşekê ji wan nebûne û li ser hisaba xûşk û birayên beşên din ên Kurdistanê, hewla berevpêşbirina xebata Kurdistana Rojhilat nedane û tu caran sitratijî gorî berjewendiyên biçûk û taktîkên rojê nekirine.

Bi liberçavgirtina vê ku devera Hewraman bi salan li jêr hêjmûniya hêza xwedîhêz a Şaho a PDKÎ bûye, gellek caran hêz û aliyên siyasî ên Kurdistana Îraqê jî ber bi vê deverê dihatin û ji aliyê xebatkarên demokrat ve derfetek bo tewahiya parên Kurdistanê çê dibû, da ku tev alî bi awayekî dostane riftarê tevî hevdu bikin.

Hesta pak û welatparîziya xebatkarên demokrat, û bi liberçavgirtina derbazbûyiya kar û xebata hêz û aliyên Kurdistanî, di 28’ê Rezbera sala 1375’an (1996) de, parek ji pêşmergên PDKÎ piştî vegeriyan ji Hewramanê, li gundê Eneb a ser bi bajarê Helebçê, ber bi baregeheke Tevgera Îslamî a Kurdistanê diçin û, endamên tevgerê bi serperestiya Enwer Enebî, ji niyeta pakiya xebatkarên demokrat mifahê werdigirin û bi hêceta vê ku di rê de mandî bûne û dibe bona bêhnvedanê heyamekî kurt li cem wan bimînin û piştî bêhnvedanê dikarin ber bi baregehên xwe bikevin rê.
Xebatkarên demokrat jî herçend bi guman ve ji vê pêşniyara wan dinêrin, lê pêşniyara wan qebûl dikin, û mixabin ji sat û sewdaya Tevgera Îslamî û Komara Îslamî ya Îranê haydar nebûn.

Tevgera Îslamî pêştir pîlana îxaneta han tevî Komara Îslamî darêtibû, ev pîlana dijî mirovî û dijî neteweyî piştî amadekirina tewahiya rê û îmkanatên hewce bû sedema vê ku piştî çend demjimêran, 7 xebatkarên demokrat wate Erşed Rizayî, Mihemedezîz Qadirî, Daryûş Îslamdûst, Yûnis Mihemedpûr, Mozefer Kazimî, Ednan Îsmaîlî û Me’rûf Sohrabî bi Sipaha Pasdarên Komara Îslamî li bajarê Pawê hatine tehwîldan.

Bi vî awayî Tevgera Îslamî derheq bi netewa Kurd li Kurdistana Rojhilat û PDKÎ, tawana herî mezin encam da û ew tawan tu caran nahê jibîrkirin.

Wî çaxî Deftera Siyasî a PDKÎ di daxuyaniyekê de serbarê haydarkirina bîr û raya giştî û kom û komelên mirovdost, hişdarî dane Tevgera Îslamî û Komara Îslamî, û daxwaza parastina canê wan xebatkaran kir.

Tevgera Îslamî haşa ji beşdarî di kiryareke weha qirêj û dijî neteweyî de kir. Di dawiyê de PDKÎ karî di pilaneke darêtî de yek ji wan xebatkaran bi navê Daryûş Îslamdûst ji girtîgeha Komara Îslamî rizgar bike û, bi derbazbûna wî bikerên vê pîlana dijemirovî bi taybet Tevgera Îslamî ji bîr û raya giştî re hatin eşkerekirin.

Eva ku di vir de bo tev aliyekê eşkere ye ev e ku, ji aliyekê em dibînin ku siyaseta dirust û rast a PDKÎ di tewahiya qonaxan de, rê nedaye ku li ser hisaba Kurdên beşên din ên Kurdistanê, tevî rejîmên herêmê sat û sewda bê kirin û ji aliyê din ve, Tevgera Îslamî a Kurdistanê kesekî weke Enwer Enebî serbarê vê cinayet û îxaneta ku derheq bi gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat kiriye, dike berbijêrê parlemênta Kurdistanê? Gelo dibe dadperwerî û îdalet li kuderê be?

Di cih deye ku li gorî tewahiya pirensîp û yasayên navnetewî, berevankarên mafê mirov, dûreçûnê bo vê kêysê bikin û bikerên vê di dadgeheke dadperwerane de bigehînin cezaya karê xwe.