Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma 26’ê Xermananê li bajarê Hewlêrê

15:58 - 11 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 26’ê Xermananê, 20’mîn salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî, rê û resmek di hola Pêşewa li bajarê Hewlêrê birêve çû.


Li gor rapora Kurdistanmedia, rê û resma 20’mîn salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî di hola Pêşewa li bajarê Hewlêrê bi beşdariya alî û saziyên herçar parçeyên Kurditsanê û hejmarek mêvan û endasmên PDK Îranê birêve çû.
Rê û resmê bi sirûda netewî a Ey Reqîb û ragirtina xulekek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Piştre birêz Hesen Şerefî Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ji aliyê Deftera Siyasî a wê partiyê ve bixêrhatina beşdaran kir û axaftinek pêşkêş kir.
Birêz Şerefî di axaftina xwe de got: Rê û resma rêzgirtin ji Dr. Sadiq Şerefkendî anko rêzgirtin ji xebatkarên berê ên şoreşa Kurdî ku gerek nifşa niha û nifşên pêşerojê jî ji bîr bînin ku mîna wan xebatkaran ji gelê xwe re tekoşînê bidomînin.
Birêzî herweha amaje bi qonaxên jiyana Dr. Sadiq heya tevlîbûna PDK Îranê û şehîdbûna wî kir. Navbirî li ser hizr û bawerên Dr. Şerefkendî axifî û got: Dr. Şerefkendî di wê baweriyê de bû ku demokrasî weke hewa “nefes”ê ji mirovan re hewce ye, lê mirov tenê bi hewa najî belkî gelek tiştên din hene ku gerek ji bo jiyandina mirovan bihên bidestxistin.
Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di beşek din a gotara xwe de amaje kir ku li her parçeyek Kurdistanê serkevtinek hebe, em şanazî pê dikin, lê her parçeyek Kurdistanê taybetmendiya xwe heye ku gerek bihê berçavgirtin û destêwerdanan di kar û barên hev de nekin, lê alîkarî di nav hêzên Kurdî de hebe û Kurd piştevanên hev bin.
Piştre fîlmek dekyomentî li ser jiyan û xebata Dr. Sadiq Şerefkendî hat belavkirin.
Piştî wê, mamosta Rehîm Surxî basek li ser kesayetî û terorkirina Dr. Sadiq pêşkêş kir.
Birêz Surxî di basê xwe de amaje bi qonaxên dîroka şoreşên Kurdî kir û got: Dr. Sadiq dema çû bo xwendingehê, gişt şoreşên berê ên Kurdî di hizra xwe de hebûn, lewma bû şoreşgêrek mezin.
Rehîm Surxî got: Komara Îslamî dema şoreşa gelên Îranê berxwar bir û dest bi tunekirina hizrên cuda kir ku fermana cîhad li dijî Kurd û terora rêberên Kurd û opozîsyona Îranê bi giştî ji pêla jinavbvirina hizrên cuda bûn. Heya gihîşt terora Dr. Sadiq Şerefkendî ku bi “Terora Mîkonos” nav derxist, herçend derbek mezin bû ji gelê Kurd hat xistin, lê bû pirsek berfireh û di warê siyasî ve nav û dengek din da Kurdan û rûyê rejîma Îranê jî pêtir derxist. Di warê medyayî ve jî bi awayek berfireh medyayên Almanya bi xwe ve mijûl kir ku hewce bû PDK Îranê zêde kar û teblîx li ser wan medyayan bikira.
Di beşek din de helbestvan “Gulbax Behramî” helbestek li jêr navê “Koçî Agirînî Hetaw” pêşkêş bi canê paqij yê Dr. Sadiq Şerefkendî kir.
Piştre peyamên alî û saziyên Kurdistanî ji aliyê pêşkêşkar “Arif Welezî” ve hat tin xwandin.
Peyama hevpar a Yekîtiyên Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê birêz “Emîn Îbrahîmî ve hat xwendin.