Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna welatiyek Kurd, seva teqeya Hêzên Rejîmê

20:27 - 9 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Welatiyek xelkê devera “Soma” a Urmiye, seva teqeya Hêzên Ewlehiye Rejîmê hat birîndarkirin û ji bo nexweşxaneyê hate veguhaztin.


“Mehdî Kûhî” kurê “Kerem” û xelkê gundê “Pêrancix” a herêma “Soma” a Urmiye, di dema ajotina maşîna xwe de, ji aliyê Hêzên Rejîmê ve ketiye ber destrêjê û bi xurtî hatiye birîndarkirin.
Heya niha sedema teqeya Hêzên Rejîmê li wî welatiyê ne rohn e, lê av eşkere ye ku tiştek di nava maşîna wî de nebûye.
Ew nûçeye ji aliyê Nûçegehaniya “Nurdpa” ve belav bûye û her wisa jî wê malperê eşkere kiriye ku bi sedema karîgerbûn a birîna Mehdî ve, navbirî ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhaztin û saxlemiya wî di rewşek nebaş de ye.

Her wisa birayê wî jî Salekî beriya niha bi teqeya Hêzên Ewlehiye Rejîmê Siqet bûye.