Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birînên xelkê bajarê Nodşê paş derbas bûna 25 sal li kîmyabaranê, hêşta qenc nebûne

20:15 - 16 Adar 2013

Kurdistanmedia: Paş derbas bûna 25 sal li ser kîmyabaran a bajarê Nodşê heya niha tu lêkolîneveyek li ser axa vê bajarê nehatiye kirin û eşkere nine ku ev axe çi cire medeyeke kuştinê tê de ye.

Li kîmyabarana bajarê “Nodşê 104 kes hatin kuştin û hejmareke zor ji akinciyan li jêr karegeriya madeya kîmyabaranê bi tundî birîdar bûne, ku heya niha ev aseware li ser ceste û laşê wan heye.
Piraniya berkevtina çeka kîmyabarana bajarê Nodşê jin û zarok bûn ku “sê caran “ ji aliyê balafirên şer yên rejîma “Be’s a Îraqê” vê hat bombebaran kirin û heya niha jî 700 kes bi vê berkevtinê, bi destê asewara madeya kîmyabaranê dinalin.
Xelkê vî bajarî cara yekem demijmêr 10:11 deqîqan, roja 16’ê Adar a 1988’an, cara din berwar 23’ê Adarê û 2’ê Nîsan a 1988’an, bi balafirên şer yên rejîma Be’s hat bombebaran kirin û birînên neqenc bûyî li vê bajarî de pitir bûn.

Berkevtina çeka kîmayî li bajarê Nodşê, serbarî ev hemî qurbaniyane ku hebûne, ax û jîngeha vê bajarê jî lewitandiye û egera vê jî heye ku ev medên kîmyayî bi madên metirsiyên din alugor li ser de hatibe.
Ev devere weke deverên din yên Kurdistanê, weke Serdeşt û gundê Zerdele a Dalaho, ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve derdora wan hatibû girtin, sê caran kevte ber êrişên balafirên şer yên Be’sa Îraqê û li encam de 104 hevwelatiyên sivîl yên bê tawan hatin kuştin û nîzîk 700 kesan ji hatin birîndar kirin.

4049.jpg


Li êrişên meha Xakelêweya 1367’an, 8 bombên Teyar bi gaza Xerdel bi ser bajarê Nodşê li parêzgeha Kirmanşanê rijiyn ku her di cih de 13 kes hatin kuştin û hejmareke zor jî bi tundî hatin birîndar kirin.
Nebûna îmkanata dermanî û kuştina take pizşkên bajarê Nodşê, rewta derman di vê bajarî de gehişte sifrê û qurbanî jî zaftir bûn ku heya niha jî li gorê be ev kîmyabaranê qurbanî lê dikevin.

4061.jpg


Kîmyabarana bajarê Nodşê ji aliyê lêgerînên rêxistina NetewênYekbûyî bo madeya kîmyabaran li dijî xelkên sivîl ji aliyê vê nawendê ve pijrast kirin.
Karnasên rêxistina Netewên Yekbûyî di vê pêywendiyê de gotine: “Serbarî birîna wan nîşana berkevtina gaza Xerdeliyan tê de hebûye û 8 bombên Axînrav bi gaza Xerdel hejmarek zaf qurbanî û birîndar le ketin û doktorên vî bajarî jî rojek paş wê bûyerê canê xwe ji dest dan”.

4050.jpg


Asewarê vê kîmyabaranê her a niha jî li ser laşê xelkê vî bajarî bi awayeke curbicur derdikeve û xemsariya karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, roj bi roj dermanên bi vî awayî dijwartir dike.
Henûke jî pir kes hen ku diravê kirîna van dermanane nine û rewşa van xirabtir dibe û serbarî daxwaz ji bo çareseriya han, ji aliyê karbidestên Îranê ve nehatiye çareserkirin û pişt gohê xwe jî havêtine.
Bajarê Nodşê li parêzgeha Kirmanşanê û li 10 kîlumêtriya sînorê navbera Kurdistana Rojhelatê û Herêma Kurdistanê helkevtiye û hejmara akinciyên vî bajarî nîzîk bi 5 hezar kesin.

Rapor/ Raman Nesrî