Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavdêriya bi ser newrozê di Kurdistanê de dest pê kir

20:29 - 23 Şibat 2017

Kurdistanmedia: Bi hêceta parastina yasa û rêûşûnan, birêvebirina rêûresmên newrozî, ji aliyê hikûmeta Îranê ve, rastî astengiyan tê.

Malperên hikûmetî li Îranê belav kirin, ku hemû gund û bajarên Kurdistanê rêûresma newroza îsal bi wergirtina mohletê ji fermandarî û îdareya Çandê bi rê ve dibin.

Kamyaran û gundên ser bi vî bajarî ji niha şûnda dibe rêkarên yasayî bo birêvebirina vê cejnê bigrin pêşiya xwe, û daxwaza wergirtina mohletê bikin.

Nûçegihaniya ÎRNA ji zarê fermandariya Kamyaranê ragehand: Di pêxema dabînbûna tenahiyê û birêveçûna baştir ya newrozê di çarçoveya yasayê de, me biryar daye ku dibe mohlet ji organên pêwendîdar bihê wergirtin.

Mes`ûd Rûhanî derheq bi dêhyaran got: Dana raporên pirs û kêşeyan, berçavgirtina qazanca giştî û alîkariya digel navendên dewletî erk û wezîfeya wan e.

Şaristana Kamayaranê li parêzgeha Sinê bi nifûsa 120 hezar kesî, 120 gundan bi xwe ve digre.

Di çend salên borî de,rêûresma newrozê li bajarên Kurdistanê, bi awayekî berfireh ji aliyê xelkê ve bi rê ve diçe, û ji sala borî ve, ku Rasan hatiye ragehand, zextanîna bo hevwelatiyan bi taybetî ciwanan zêde kiriye.