Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cejna bi dawîhatina Kongireya 15’mîn a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêve ço

20:51 - 6 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanamedia: Bi boneya bi dawîbûna Kongireya Dr. Sadiq Şerefkendî, rê û resmek li binkeya Deftera Siyasî hate li darxistin.


Pêka rapora Nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 7’ê Çiriya Pêşîn, Cejna bi dawîhatina Kongireya 15’mîn a Pertiya Demokrata Kurdistna Îranê bi beşdariya birêz Mistefa Hicrî, Şandiya Partiyên Komeleya Şorişgêrên Zehmetkêşen Kurdistana Îranê, Partiya Sosyalista Kurdistan – Bakûr, Sazimana Xebata Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistnê û her wisa hijmarek berçav ji kadir û pêşmergeyên PDK Îran li Salona rê û resmên PDK Îran’ê bi rêve ço.
Destpêka wê rê û resmê bi Surûda Şoreşgêriya Netewî a “Ey Reqîb” û Deqîqeyek bê dengî, ji bo rêzgirtin ji canê paqije Şehîdên Partî û gel hate li dar xistin.
Pişt re daxwaz ji birêz Mistefa Hicrî hatekirin ku gotara xwe sebaretî wê çendê pêşkeş bike.
Birêz Hicrî di gotara xwe de Êmaje bi viya kir ku divê basên Kongireyê weke bersivdayînek ji xwastekên xelkê re bikevine rojevê û got: Duruşma wê Kongireyê “Hewldan Ji Bo Yekrîzî Di Pêxema Serkeftinê De” ye ku Partiya me di hewla wê de ye ku rewşek baş ji bo Yekrîzî û Hevdengiya di navberî Hêzên Kurdistana Îranê de pêk bê û em daxwazê ji gişt Hêzên Şoreşgêr û pêşkeftinxwaze Kurdistana Îranê dikin ku ji dîroka şaştiyan ibret û mifahê wergirin heya civakek Demokratîk li Kurdistana Îranê çê bibe.
Hicrî got: Divê me bernameyek demî û Îroyîn ji xwastekên gelê Kurd li Kurdistana Îranê hebe û bi rexnekirina xwe deriyekî li civaka xelkê xwe vekin. Heku PDK Îran rexne û rexnekirin ji xwe dike, bi wê wateyê tê ku PDK Îran’ê hizrên cuda di nava Partiyê û li derveyî Partiyê de jî qebûl dike.
Pişt re “Hisam Ehmedî” deste gulek ji bo pîrozbayîyê bi nonertî ji aliyê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistana Îran’ê ve pêşkeşî birêz “Mistefa Hicrî” kir.
Di parek din ji wê rê û resmê de surûdek bi navê “Mizgênîm Deye” ji aliyê Korsa huneriya PDK Îran’ê ve hate pêşekirin.
Her wisa xelata Parêzerên kongireyê ji aliyê Kekê Hicrî ve bi wan kesan re hate dayîn ku di heyamê karê Kongireyê de, xebat ji bo paraztina Kongireyê kirine.
Pişt re Peyama Pîrozbayîya Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi boneya bi dawî hatina Kongireya 15’mîn a Partiya Demokrata Kurdistana Îran’ê ji aliyê “Mihemed Şafiî” ve hate pêşkeşkirin.
Pişt re Peyama Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê, ji aliyê “Aware Celalî” ve hate pşkeşkirin.
Li beşek din ji rê û resmê de Peyama Malbatên Şehîdan, Girtiyên Siaysî û Endamên PDK Îran li Neqedeyê hate pêşkeşkirin û pişt re Peyama hin ji Mamosta û Çandiyên Rizgarîxwaze Tehranê ji aliyê Pêşkeşkar ve hate xwandin.
Di parek din ji wê rê û resmê de Peyama Partiya Sosyalist a Kurdistan – Bakûr ji aliyê birêz “Rostem Cehangîrî” ve hate pêşkeşkirin.
Her wisa Peyama Komîteyên PDK Îran’ê li “Bitwên û Pişder”ê ji aliyê pêşkeşkar ve hate vexwandin.
Di navbera wê rê û resmê de çendîn Stran û Surûdên Şoreşgêrî ji aliyê Korsa Huneriya PDK Îran’ê ve hatine pêşkeşkirin.