Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çejna Kuleçarşemiyê di binkeya serekî a PDKÎ de hate lidarxistin

21:40 - 14 Adar 2018

Kurdistanmedia: Rêûresma Kuleçarşemiyê(Çarşemesoriyê), di binkeya serekî a PDKÎ de, li bajarê Koyê bi rê ve çû.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 22`ê Reşemehê rêûresma Çarşemiya dawiya salê, di binkeya serekî a PDKÎ de, li bajarê Koyê bi amadebûna endamên rêveberiya Hizbê hate lidarxistin.

Peyama vê rêûresmê ji aliyê “Rêzan Meqrozî” endama birêveberiya Yekîtiya Ciwanên Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê ve, hate xwendin.

Agirê Çarşemesoriyê, ji aliyê du keçên pêşmerge yên bi navên “Aso Sa`idî û Mehtab Hurmetî” ve hate hilkirin.

Ev rêûresm bi govend û dîlanê dawî pê hat.