Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Chris Kutschera”: Fermana cîhadê dûr ji rastiyê û hincet bû

19:35 - 19 Tebax 2018

Kurdistanmedia: 28`ê Gelawêjê salroja fermana rêberê dîktator û mesebî yê rejîma Îranê, li dijî neteweya Kurd e, ku di vê fermanê de Kurd wekî kafir û Kurdistan jî wekî qada şer li dijî kafiran hate pênase kirin.

Sala 1358`an, rûpelek li dîroka xebata rizgarîxwazî a Kurd e, ku rejîma dagîrkar ya  Îslamî a Îranê, çavên vê bi azadiya Kurdistanê  venedibû û fermana cîhad (qirikirin)a neteweya Kurd derkir, û di vê demê heyanî niha 39 sal li ser vê rojê re derbaz dibin.

Piştî derbazbûna 39 salan bi ser  vê fermana li djî neteweya Kurd, niha jî Kurdistan çepera  xweragiriyê ye û xelk ji bo azadiyê têdikoşin û pêşmerge qahîmtir û bihêztir ji her demê Kurdistan kirine qadên xebatê.

“Chris Kutschera” rojnamenivîsê navûdeng yê xelkê Firansayê ku di Kurdistanê de raport li ser xebata Kurdistana Rojhilat amade dikir,  bi vî rengî bas ji fermana cîhad (qirikirinê) a “Xomêynî” ya li dijî Kurdan dike:

 Ev şer û pevçûn  di navbera karbidestan û Kurdan ji bûyerên Pawe ve dest pê kir ku bajarekî piçûk e û nêzîkî bajarê Kirmaşanê ye, û akinciyên vî bajarî jî Kurdên Sunnî meseb in. Di rastiyê de bajarê Pawe bajarekî biçûk bû, lê destpêka şerekî  mezin bû.

“Chris Kutschera” dinivîse: “Gelo Eva Kurd bûn ku di dema 11`ê Tebaxê (roja Yekşemî 20 Gelawêja 1358`an) êrîşî ser binkeya pasdaran li Pawe de kirin, û agirê şer xweş kirin? Yan wekî ku Kurd dibêjin eva aloziyeke asayaî bû, ku hincet da destê “Mistefa Çemran”ê kerb di dil de, ji bo ku yek bi yek pasdaran bi hilîKopterê bîne wir?

Ev rojnamenivîsê Firansî dibêje ku: Di wî şerî de 21 kes têne kuştin, û “Mistefa Înaxçî”  berpirsekî PDKÎ li Pawe yek ji van kuştiyan bû.

Navbirî di berdewamiyê de wiha dibêje: Ya ecêb eva ye ku karbidestên Tehranê  derheqê van bûyeran de dijkiriyareke tundûtîj ji xwe nîşan didin,  dijkiryarek ku digel rastiya qada şer de  yek nagirin.

“Chris Kutschera” di vê derheqê de wiha dibêje ku: 17`ê Utê (Roja 26`ê Gelawêja 1358`an) “Xomêynî”  li bajarê Qumê di axavtineke tund dibêje ku: “Emê rêberên Partiya Demokrat bibine ber deriyê Dadgehê û wan ceza bikin, Kurd mezintirîn kafer in û her bi wê sedemê ye jî  ku em bersiva Kurd didin”.

 Herwisa “Xomêynî” dibêje ku: “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hêlûna xirabkar û fesadan e, em êdî nikarin dev ji wan berdin û ev keyfa xwe bin, ç çi bixwazin bikin, tenê armanca wan têkdana şoreşê ye, û her bi vê sedemê ye jî ev partiya dibe bê qedexekirin.

Ev rojnamenivîsê Firansî dibêje ku: “Xomêynî destûr ji artêşê re da, da ku di heyama 24 demjmêran de, aramiyê bînin bo nav welat, û ragehand ku her karbidestek vê desturê cîbicî neke cezaya dijî şoreşê wê jê re bê birîn,  her di vê rewşa aloz de “Xelxalî” wekî serdozgerê giştî yê Dadgehên Îslamî hatibû diyarîkirin, û roja 21`ê Utê (30`ê Gelawêja 1358`an) fermana îdama 14 Kurdan bi tohmeta vê ku ew “dijî şoreş in” hate dayîn, ku yekemîn qurbaniyên komkûjiya Kurdistanê bûn.

““Chris Kutschera” di nivîsa xwe de wiha dinvîse: Di rastiyê de Kurd goriyê van rikeberiyan bûn ku li Tehran bo desthilatê li gorê de bû, wir bi zanebûn bûyerên Kurdistanê mezin dikrin, yan wêneyeke din ji van nîşan didan, ji bo vê ku “Xomêynî” han bidin (tûj bikin) da ku pêngavên nebicî li dijî nermrevên dewlet û opozisyonê bavêje.

Lokolîn û raportên “Chris Kutschera” rojnamenivîsê Firansî nîşaneya vê yekê ne ku: Armanca Xomêynî şer li dijî Kurdan bû, da ku bi fermaneke wekî fermana cîhadê Kurdan serkut bike;  Herçend ku Xomêynî komkûjiyên zêde di Kurdistanê de dest pê kirin, lê şikest  bo Xomêynî û desthilata wî bû, çimku Kurd di Îranê de, dev ji qurbanîdan û xebata ji bo rizgariya welatê xwe bernadin.