Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima şoreşa 1979ê di Îranê de çêbû?

16:23 - 6 Şibat 2021

Nûredîn Sofîzade

Îsal 42 sal bi ser şoreşa gelên Îranê re derbas dibe, ku hemî xelkê Îranê di sala 1979an de, bi dijî rejîma dîktator a Mihemed Riza Şahê Pehlewî serhildan kirin û gelek nekêşa ku şoreş serkevt û tex û bextê rejîma Paşayetî tev hate pêçan û firedan bo nava kulfengê dîrokê.

Di kelêjana serkevtina şoreşê û sernixûniya rejîma Pehlewî, û revîn û bi cihhêlana Îranê ji aliyê Şah ve di roja 14ê Kanûna Paşîn a 1979an de, 15 rojan piştî hingê Xumeynî ku li Firansê bû, pê balafirekê anîn û li Îranê peya kirin.

Xumeynî gelek bi sanahî karî bi mifahwergirtin ji seha olî ya xelkê, siwarê pêla seha wan bibe û dest bi ser şoreşê de bigre û hêvî û armancên xelkê ku şoreş jêre kiribûn, bike bilqên ser avê û hemî destkevtên şoreşa gelên Îranê bi talan bibe.

Mixabin eva xelkê Îranê jêre şoreş kiribûn ti caran negihîştinê û ew 42 sal e ku xelkê wî welatî li jêr sitem û zilm û tepeserî û girtin û kuştin û bê mafiya rejîmeke herî dîktator û xwînmijtir ji rejîma ber de asê mane.

Lewma nivşa îro û tazepêgihîştî ya Îranê, ji nivşa berî xwe, an dayîk û bavê xwe dipirsin we çima şoreş kir? We bona gihîştin bi çi şoreş kir?

Ez di vê gotarê de dixwazim bi kurtî bersiva wan pirsyan bidim ku şoreşa 79an çima û bo çi armancekê hate kirin.

Gorî amaran %65 heşîmeta îro ya Îranê ev kesanene ku piştî şoreşê ji dayîk bûne.

Ev di serdemekê de dijîn ku cîhanê pêşkevtinên mezin bi xwe ve dîtine, serdemê înformatîk û teknolojiyayê ye, serdemê geşekirina astê hişyariyê ye, serdemê emrazên herî pêşkevtî yên peywendîgirtinê ye, serdemê gemiyên esmanî û dîcîtalê ye, serdemê soşyalmediayê ye, ku wisa ye bi berçavgirtina zemanê wan 42 salên derbasbûyî, û gorî serdemê berî şoreşa gelên Îranê guhartinekî mezin çêbûye.

Nesl anku nivşa berî we di serdemekê de şoreş kirin ku hest bi zilm û dîktatoriyê dikirin, wan wisa dizanîn ku hewcehî bi azadî û demokrasî û wekheviyê hene, bo wan giran û dijwar bû ku di welatekê de dijîn ku mafê azadiya siyasî nînin, demokrasî nîne, serwet û heyiya welat di destê malbatekê de ye, hilbijartin çinîne, dengê rexne û gazindan bi girtin û îşkence û kuştinê tête danê, nivşa serdemê rejîma paşayetî ew hişyariya hebûn û bona gihîştina bi wan hêvî û armancan şoreş kirin.

Belê renge di alternatîva cihê rejîma Şah de şaş bin û ceribandina hikûmeteke Îslamî nekiribûn û nedîtibûn.

Her eva bû ku piştî gihîştina Xumeynî û taqmik axûndên hev hizrên wî, û di destpêka hêviyên xelkê de, dîtin ku rejîmek hatiye ser kar ku rêberê wê dibêje xwînê birêjin, partiyan ji nav bibin, azadiyan nehêlin, dengê cuda ji dengê xwe tepeser kir, cuxên îdamê danan, para xelkê Îranê li jêr deshilata rejîma Îslamî de bû şîn û girî û şer û tepeserî, sêdare, birsîbûn, bê karî, giranî, teror, dizî, gendelî. Lewma nivşa ku rejîma Şah sernixûn kirinî zanîn ku hekî gotî li ber ba kevtine ber baranê û dîktatoriyekî çend qat zêdetir perê xwe bi ser Îranê de kêşaye.

Yekemîn karê wê rejîmê jinavbirina wan kes û aliyane bû ku rolê sereke di serxistina şoreşê de hebûn û alîkar bûn ku Xumeynî û rejîma wî bête ser kar.

Îro rojê nivşa nû dibe ji xwe bipirse ku ew çiqas xwe erkdar dizanin bona xebata jinavbirina wê zilm û zor û bê mafiya ku li ser wan e?

Hekî nivşa berî wan xwedan xîret bûn û dîktatorek sernixûn kirin, renge di anîna ser kar a bedîl de jî şaşî kiribin ku paşê poşmanî çi derdekê wan derman nekir, erê gelo nivşa nû ku bê guman hişyartir û di serdemê golobalîzmê de dijî, çi dikin bona gihîştina bi azadî û demokrasî ku îro mafê herî destpêkî yê mirovan e?

Di vê navberê de hewce ye ku em basê şanaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî bikin.

Hemî xelkê Îranê û dost û dijmin baş bîra wan de ye ku kite xelk û neteweyek ku her di destpêkê de naveroka wê rejîmê nas kir û di bi nav refrandoma diyarîkirina sîstema hikûmetî de ku di 1ê Nîsana 1979an de bi rê ve çû beşdarî nekir û Xumeynî û taqma xwe tenê rêka sepandina rejîma xwe danabûne hilbijartinê.

Gelê Kurd ew 42 sal e berxwe dide û bona gihîştina bi mafê neteweyî û rizgariya Kurdistanê ji dest dagîrkariyê dixebite û teslîm nebûye.

Gelek hêz û alî û dijberên rejîmê taze piştî derbasbûna 42 salan dizanin ku gelê Kurd çima ew rejîma qebûl nebû, baş dizanî ku dîktatoriyekî gelek xirabtir ji ya berê perê reş ê xwe bi ser hemî Îranê de kêşandiye, lê gelê me yê rizgarîxwaz heya îro rojê jî îzn nedaye ku xevna rejîmê di kurdistanê de hasil be, heta niha jî bi xebata xwe neçûye jêr sîbera reş û nehêlaye perê reş ê xwe bi rehetî bi ser Kurdistanê de bikêşe.

Lewma bona gihîştina bi azadî û demokrasiyê û mafê netewî û cehdkirin bona sernixûniya wê rejîmê, Kurd û Kurdistan pêşeng in, û bi berçavgirtina rewşa niha ya rejîmê ku li ser kendalê sernixûniyê ye, tenê hewcehî bi rabûn û yekdengiya seranserî heye û nivşa nû hewşêweya nivşa berê bikarin rejîmeke dîktator sernixûn bikin û bi ceribandina berê û şaşiyên hatinî kirin, bikarin bigîjne jiyan û azadiya herî jêhatî ya mirovên serdem.

Bi hêviya wê rojê ku ez bawer im ne gelek dûr e.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine