Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv, konfiransek bi pişkdariya Ehmed Şehîd û Şîrîn Êbadî birêve dibe

15:45 - 1 Adar 2013

Kurdistanmedia: Civaka mafê mirov ya Kurdistana Îranê – Jinêv, konfiranseke taybet li ser rewşa mafê mirovan li Îranê, bi pişikdariya şandiyê rêkxistina netewên yekbûyî bo karûbarên mafê mirovan li Îranê û Şîrîn Êbadî wergirê xelata aştiya Nobêlê birêve dibe.
Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, konfiransa han hevdem li gel birêveçuna 22’mîn civîna şivra mafê mirovan birêve diçe.
Rêveberên vê konfiransê “Têymûr Elyasî” nûênerê civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv û “Dr. Karan Parkir” nûênerê rêkxistina navdewletî jibo girîngîdan bi xwendinê, dibin.
Gotarên serekî yên konfiransê pêkhatine li: Ferq û cûdahî danîn li navbera neteweyên Îranê û kêmaniyên olî li Îranê de, bidarvekirin, pirsa jin û nîşandana kurte rêportajekê li ser kolberên Kurd , pirsa kolberan.
Konfiransa taybet li ser mafê mirovan li Îranê, roja sêşemî 12’ê Adar a 2013’an, li hola hejmar 23’a rêkxistina netewên yekbûyî li Jinêvê birêve diçe.