Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên her 4 barçên Kurdistanê konfiransek li pêywendî beşdarî nekirin wan li konfiransa bajarê Amûdê, birêve birin

20:59 - 26 Adar 2013

Kurdistanmedia: Nûênerê 46 rêxistinên Ciwanên 4 parçên Kurdistanê li Pirês konfiransê de sebeba beşdarî nekirina wan li konfiransa Ciwanên bajarê Amûd a Sûriyê de, bo raya giştî rûn kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja duşemî 25’ê Adara 2013’an civînek ji aliyê rêxistinên Ciwanan li her 4 parçên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi mebesta tawto kirin û sebeba beşdarî nekirina wan li konfiransa Lawên her 4 parêçn Kurdistanê li bajarê Amûdê birêve çû.
Di vê barî de “Fuad xakîbeygî” sekerterê Yektiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê û yek ji endamên lêjneya konfiransa Ciwanên her 4 parçn Kurdistanê bi malpera “Kurdistanmedia” ragehand, di vê civînê de nûênerê 46 rêxstinên taybet bi Ciwanan li her 4 parçên Kurdistanê beşdar bûn û her yek ji van beşdarbûyan nezer û bûçûna xwe sebaret bi ne yasayî bûna konfiransa han ku biryare li Amûdê birêve biçe derbirîn.
Xakîbeygî got: Di vê civînê de piraniya lêjneya bêrêveberê konfiransa duyem a Ciwanan hêlan bo birêvberê konfiransa sêyem li kempa Domîz li parêzgeha Dihokê.
Sekerterê Yektiya Ciwanên Demokrat eva jî anî ber bas û got, seba evê ku rewşa ewlehî li Sûriyê de baş nine, her ji berê biryar hat dan ku konfiransa sêyem li livê birêve neçe û eşkere kir, eve bi nav konfiranse ra û bûçuna hemu bîr û hizrên ciyawazên her 4 parçên kurdistanê nine her ji ber vê piraniya rêxstinên Ciwanan ev konfiranse baykut kir.
Nûênerên 46 rêxstinên Lawanê her çar parçan paşî civînê ragehandina xwe bilav kir û têde hatiye, konfiransa Amûdê bi tenê ji aliyê (PKK û BDP)vê hatiye bernamerêjî kirin û piraniya rêxstinên Cilanên Kurdistanê ji bîr kirine.


Ji aliyek din ve Pirêa konfiran jî her di vê pêywendiyê de birêve çû ku ew xalên xwarê anîne ber bas:
- Konfiransa ku li bajarê Amûdê birêve diçe bi konfiransa sêyam nizanîn û nerdeye ji ber ewê ku li deruşa konfiransa duyem de “ku li pênava yekgirtina Lawên Kurd” bû paş xistin û hemû rêxistinên Lawên Kurdistanê tê de beşdar bûn.
- L her 4 parçên Kurdistanê lêjneyekî 8 kesî (Her parçeyek 2 nûner) rasipasdibûn bo amadekarî bo birêvebirina konfiransa sêyem.
- biryar hat dan konfiransa sêyem li kempa Domîz, cihê akinciyên nîzîk bi 70 hezar kes li penaberên Kurdistana Rojavayê li meha Avrîla 2013’an birêve biçît.