Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgehiyek sembolîk

00:46 - 24 Hezîran 2012

Selîm Zencîrî

‘’Îran Tirîbonal’’navê dadgehek sembolîk e ku nawenda mafê mirov a rêxistina Lêborîna NY li Londonê lidar xistiye. Dadgeha han ku li rojên 18 heya 22’ê Hezîranê bi beşdariya hejmarek ji mafnas, çalakên siyasî û sivîl ji Îran û derveyî Îranê birêve diçe, dê Komara Îslamî a Îranê ji ber îdam û tawanên li du dehsalên derbasbûyî de dadgehî bike. Li rastî de dixwaze rola dadgeha Bîrtirand Ratsêl, nivîskar û bîrmendê Îngilîsî li şerê Viyetnamê de bilîze ku karî bala raya giştî a cîhanê rakişîne ser cînayetên Amerîka û têde jî biserket.
Herweha jiber wê ku li sîstema niha ya Îranê de derfeta lidarxistina dadgehek dadperwerane û bêalî bona pêregihîştin bi îdamên bikom yên du dehsalên borî tune, ‘’Îran Tirîbonal’’dixwaze bibe bi tirîbûnek li dijî rejîma Komara Îslamîî û eşkere kirina cînayetên wê.
Ew dadgeha sembolîk li demekê de birêve diçe ku îmkana dadgehek yasayî û qezayî li dijî rejîmê li rojevê de nine. Ji ber ku dadgeha Laheyê tenê dikare pêregihîştina bi ser wan cînayetan re bike ku piştî avabûna wê (2002’an) qewimî bin. Xincî wê jî Komara Îslamî li dadgeha navnetewî a Keyferî de endam nine û egera kişandina wê, (cuda ji daxwaza Konseya Ewlekar a NY) bo dadgeha han nemumkin e.
Ev dadgehe li halekê de birêve diçe ku şemendefira serkut, îdam, îşkence, girtin û ... li dirêjahiya temenê rejîmê li dijî xelkê Îranê û bi taybetî netewên bindest ji hereketê nesekiniye û take reaksiyon û dijkiryara navnetewî jî li hember de, şermezarkirina wan cinayetan bûye. Lewma birêveçûna dadgehek sembolîk li Londonê serbarê wê ku bala raya giştî bikişîne ser cinayetên rejîmê û pirsa mafê mirov li vî welatî de, herweha dikare zemîneyek be bo pêşeroja piştî rejîmê.