Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Darvekirina zarokên jêr 18 saliyê di Îranê de

15:11 - 7 Tebax 2012

Darvekirina zarokên jêr 18 saliyê di Îranê de


Hêmin KurdÎ

L ênihêrînek bi qanûna bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê derdixe holê ku zarokên jêr 18 saliyê tên darvekirin û li gor zagonên vî welatî, temenê cezakirina zarokan, 15 sal ji bo xortan û 9 sal ji bo keçan hatiye diyarîkirin.

Eva di rewşekê de ye ku peymanname û konvansyonên navnetewey, îdamkirina kesên jêr 18 saliyê hatiye qedexekirin, lê rejîma Îranê li kêleka welatên Erebistana Seûdî, Pakistan û Sûdanê darvekirina kesên jêr temenê 18 saliyê didomînin û balê nadin peymannameyên mafê mirovan.
Dezgeha bi nav Dad a Îranê di salên dawî de û ji ber zextên navdewletî û protestobûna vê rejîmê di vê derbarê de, piştî mehkûmkirina zarokên jêr 18 saliyê bi cezayê îdamê, despêkê wan li zîndanî dike û piştî gihîştina bi 18 saliyê, darve dike. Rêxistina Neteweyên Yekgirtî di daxuyaniya dawî ya xwe de, bi fermî Îran mîna biryarder û rêveber cezayê darvekirina zarokan di asta cîhanê de nas kir.
Ji sala 1990`an heta 2009`an, 24 kes ji kesên jêr temen 18 saliyê li Îranê hatine îdamkirin ku 11 kes ji wan di dema daliqandinê de hêna jêr 18 saliyê bûne. Ligel ku RNY û gellekî komeleyên mafê mirovan li hundir û derve ji Îran û dewletên din xwestine ku dest ji darvekirina zarokan berdin û vî karî nemeşînin. Lê ev hewildan heta niha bêencam bûne, tenê li hinek xalan rêvebirina biryara wan tê paşxistin.

Çawaniya mehkemekirina kesên jêr 18 saliyê

Li gor gotina kesên ku cezayê han ji wan hatiye birrîn û temenê wan jêr 18 saliyê ye, hukmên wan demekê tên dayin ku nikarin agehdarê mafên xwe bin û berevaniyê ji xwe bikin û ne li ser encama wan îfadeyan difikirin ku pirr car bi zorî û ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve bi neçarî ji wan tê wergirtin.

Ew nizanin ku ev îfade dikare bibe encama derkirina biryara darvekirinê li dijî wan. Hindek ji van zarokan ji dê û bavên xwe re gotine ku di bin îşkenceyan de hatine neçarkirin û bi derew îfade ji wan standine li ser mijara ku pê re hatine mehkûmkirin. Bo nimûne em dikarin behsa Atife Recewî Sehale bikin ku heyamekê berî niha ji aliyê hêzên parastinê ve hat binçavkirin, tûşî qemçîlêdanê hat û bi cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Atife, demekê ku 16 salî bû, li ser şehadetdana cîranan di cihek giştî û li ber çavê xelkê hat darvekirin.

Reaksiyonên sazî û rêxistinên navneteweyî

Ligel daxuyaniyên dehan sazî, komele û rêxistinên mafê mirov û sivîl ên navneteweyî, Yekîtiya Ewrûpa bi cuda û Serokê Parlamena Ewrûpa ji Îranê xwestine ku xwe ji darvekirina zarokan biparêzin, lê hemû sêwe daxwaz bêsûd bûne. Çalakvanên mafê mirov dibêjin ji sala 2008`an pêde, nêzîk 107 girtiyên jêr temenê 18 saliyê li Îranê benda rêveçûna biryara îdamê bûne. Ji sala 1980`an heta niha, li gor agahiyên saziyek parastina mafê mirov a navnteweyî, Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê darvekirina ji sedî 73`ê zarokan bûye di asta cîhanê de.