Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî bi boneya gireva girtiyên siyasî

13:44 - 1 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya gireva hinek ji girtiyên siyasî di girtîgehên Îranê de, û ji bo piştevanîkirina wan daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Azadiya girtiyên siyasî daxwaza hemûyan e

Hemwelatiyên hêja!

Gelên azadîxwaz ên Îranê!

Korr û komelên navdewletî!


Her weke di medyayan de belav bûye, hejmarek ji girtiyên siyasî di girtîgehên rejîma Komara Îslamî ya Îranê de dest avêtine gireva birçîbûnê, û heyameke zêde ye ku gireva wan berdewam e.

Bi taybetî navê kesên weke Areş Aadiqî, Se’îd Şêrzad, Elî Şerî’etî, Nizar Zeka û Mihemmedelî Tahirî ji hemûyan zêdetir dikeve berçav, jiber ku gireva wan dirêjmidehtir e û can wan di metirsiyê de ye.

Di nava wan girtiyan de Se’îd Şêrzad Kurde û Areş Sadiqî jî bi sedema cudahiya birî û rayan bi 15 sal hebsê hatiye cezakirin û niha jî bona nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî destbiserkirina hevjîna xwe, dest avêtiye gireva birçîbûnî.

Xelkê azadîxwaz!

Ev çend kes ji girtiyên siyasî, tenê ev hejmar in ku dest avêtine gireva birçîbûnê, lê di girtîgehên rejîma Îslamî ya Îranê de, bi sedan û hezaran kes hatine destbiserkirin û di çalên reş ên rejîma Îslamî de ne, û tên îşkence û azardan, tenê bi tawana bîrûra ya cuda û ferq û cudahiyên siyasî û olî û tekoşîna bo azadiya xelkê xwe.

Ev hejmara zêde ya girtiyên siyasî di Îranê de di demekî de ye ku, dewleta “Axayê Rûhanî” qewl û soz ên direvîn dabûne xelkê û her di çend rojên derbazbûyî de jî, perde liser çewaşekariyeke xwe ya din, ya bi navê “Menşûra Şaromendiyê” hil da.

Erka piştevaniya ji xelkên azadîxwaz di Îranê de û bitaybet piştevaniya ji girtiyên siyasî, erkek giştgîr û cîhanî ye, û daxwaza me ji hemû azadîxwazan û hemû kor û komelên navnetewî eva ye ku, zext û gîwaşê bixin ser rejîma sereberedayî a Komara Îslamî ya Îranê ku, bê tu ferq û cudahî danînek, hemû girtiyên siyasî û yek ji wan Areş Sadiqî, yê ku bi sedema gireva xwe ya dirêjmideh di metirsiyê de ye, serbest berde.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

11.10.1395’an a Rojî
31.12.2016’an a Zayînî