Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq şehîdbûna Se’îd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman

20:51 - 31 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Derheq şehîdbûna pêşmergeyekî Kurdistanê, Deftera Siyasî ya PDKÎ daxuyaniyek belav kir ku deqa wê wiha ye:

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq şehîdbûna pêşmergeyekî Kurdistanê

Roja Yekşemiyê 9’ê Xezelwera 1395’an a Rojî, (30.10.2016)’an, pêşmergeyê fîdakar, Se’îd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman, li nexweşxaneyekê di welatê Almanyayê de, canê xwe pêşkêşî riya rizgariya Kurdistanê kir, û şehîd bû.

Dr. Silêman li Bakura nîştiman ji dayîk bû, û di hemû parên Kurdistanê de, li pêxema rizgariya xaka Kurdistanê û bexteweriya neteweya xwe de, riha xwe gorî kir, û pêşmergeyekî rasteqîne ê Kurdistanê bû.

Hevalê şehîd Se’îd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman, tevî xwendina li asta bilin û di zanîngehên derve de, û tevî jiyana asûde li welatekî pêşkevtî wekî Almanyayê de, vê carê jî, dest ji asûdeyiya xwe hilgirt, û vegeriya nava karwanê xebata azadîxwaziyê, û li dijî terorîzmê û êrîşberên ser Kurdistanê xebat kir.

Dr. Silêman yekem car jî xwendina xwe bi cih hêlabû, û di karwanê rizgarîxwaziya Kurdistanê de beşdarî kiribû, vê carê jî, li başûra nîştiman li dijî terorîstan sekinî, û di vê heyamê de, di gel “rasan” a Rojhilat, hevsozê rasanê bû, û digel rêbaza azadîxwaziya Rojhilata Kurdistanê hevsozî û alîkarî kir.

Se’îd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman, rahêner û şarezayekî baş ê biyavê dijî teqînan û dijî mayînan bû, û bi sedan pêşmergeyên Kurdistanê di vî warî de pê gehandibûn, û bi hezaran mayînan pûç kiribû, û riha hezaran poêşmergeyan ji tevlikên terorîstan parastibû.

Deftera Siyasî ya PDKÎ tevî vê ku şanaziyê bi kesên welatparêz û xebatkar ên wekî Se’îd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman dike, û tevî bibîranîna vê ku, li dîroka rizgarîxwaziya Kurd de, mînakên van cure hevpêwendiyan û beşdariya Kurdan, di xebata beşên din de zaf in, sersaxiyê dibêje malbata birêz Se’îd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman,û xwe hevxemê wan dizane, jiber ku jidestdayîna Se’îd Çurukaya naskirî bi Dr. Silêman xisarek bû, bo hemû Kurdistanê.

Riha wî şad be, û riya wî ya pirr ji serwerî pirr rêvîng be

PDKÎ
Deftera Siyasî

10.08.1395
31.10.2016