Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ seba koça dawiyê ya “Ebdulriza Kerîmî”

15:08 - 14 Şibat 2017

kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ seba koça dawiyê ya Ebdulriza Kerîmî, xebatkarê dêrîn û sîmayê naskirî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, daxûyaniyek belav kir.

Eva deqa daxûyaniyê ye:

Mixabin em radigehînin ku roja Duşemî berwarê 25’ê Rêbendana sala 1395’an a Rojî, hemberî 13’ê Şubata 2017’an a Zayînî, hevrêyê hêja Ebdulriza Kerîmî xebatkarê dêrîn û kadrê binavûdeng yê PDKÎ, piştî nesaxiyeke dirêjmideh, li herêma “Badin Badin” a ser bi “Haydêlbêrg” a welatê Almaniyayê koça dawiyê kir, û malavayî ji heval û xizm û dostên xwe kir, û xebata di pêxema azadî û rizgariya netewa Kurd de bo heval û hevçeperên xwe bi cih hêla.

Hevalê hêja Ebdulriza Kerîmî kurê “Mihemed Elî” jidayîkbûyê sala 1320’an a Rojî li bajarê Kirmaşanê bû, û xwendina despêkî û navendî û qonaxa dîplomê li li Kirmaşanê bidawî tîne, û piştre, bona domandina xwendinê diçe bajarê Îsfehanê û di beşa “Dîrok”ê de lîsansê werdigire, û karê mamostayiyê li bajarê Merîwanê dest pê dike, û li kêleka karê mamostayiyê roleke berçav û baş di bêtir rohnkirina bîrûraya giştî û nasyar û aşnakirina xelkê digel maf û azadiyên xwe û xebata li dijî rejîma Paşatiyê de dilîze, û bi eşkere tevlî kar û çalakiyên siyasî dibe.

Ebdulriza Kerîmî di despêkê de xebata xwe di refên Rêkxistina Çirîkên Fedayî ên Îranê de dest pê dike, û piştî veqetiyan û înş’aba di vê rêkxistinê de, berpirsatiya taya Kurdistanî ya beşa “Eqeliyet” a vê rêkxistinê digire stûyê xwe, û her di wê demê de bona vegeşandina hesta netewî a Kurdan roleke berçav dilîze.

Piştre di sala 1360’î (1981) de, tevlî refên xebatkarên PDKÎ dibe, û di asata Endamê Heyeta Îcrayî ya komîteya Hizbê li herêmên Hewraman û Ciwanroyê berpirsatiyê digire stûyê xwe, û piştre weke yek ji damezrênerên komîteya hizbê li “Dalaho”yê roleke berçav dilîze.

Bi sedema vî kar û tekoşîna bibawer ya heval Ebdulriza Kerîmî bû, ku sala 1379`an navbirî wekî rawêjkarê Komîteya Navendî hate hilbijartin. Heval Ebdulriza Kerîmî bi sedema rewşa nebaş ya tendurustiyê li ser îzna PDKÎ li derveyî welat, û li Almanyayê de jiyan û tekoşîna xwe domand, û wekî nûnerê beşa Pêwendiyan a PDKÎ û şêvirmendê sekreterê giştî derheq karûbarê opozisyona Îranî erkên xwe domandin, û di piraniya kom û civînên opozisyona Îranî de beşdar, û li ser siyaset û helwestên PDKÎ pêdagir bû.

Cuda ji vê yekê jî, Ebdulriza Kerîmî di biyavê karê ragehandinê de, û bi taybetî di pirogramên TISHK TV de, bi zaravayê Kurdî ya Kelhurî û bi zimanê Farsî çavkaniya xizmeteke berçav bû.

Heval Ebdulriza Kerîmî xortê malbateke têkoşer û navdar ê Kirmaşanê bû ku di serdema meşrûtiyetê de, bav û mamên wî, roleke bibandor hebûn, lewra jî heval Ebdulriza serbarê hemû têkoşerî û çalakiyên xwe ên siyasî, wekî kesayetiyeke naskirî ê malbateke navdar a Kirmaşanî, û dirêjîpêderê rêbaza siyasî ya vê malbatê di Kirmaşanê de dihate dîtin.

Koça dawiyê ya hevalê têkoşer Kak Ebdulriza Kerîmî naskirî bi Kak Ebo bo hemû têkoşerên PDKÎ cihê mixabinî û xembariyeke mezin, û ji bo tevgera demokrasîxwazî û mafxwaziya neteweyên Îranê bi giştî û tevgera Kurd bi taybetî xisareke mezin bû.

Deftera Siyasî ya PDKÎ tevî xembarbûna seba jidestçûna vî hevalê têkoşer ê PDKÎ û neteweya me, sersaxiyê dibêje hemû heval û hevçeper, û malbata welatparêz ya Kak Ebdulriza Kerîmî û xelkê derdora Kirmaşanê, û xwe di xema hemû aliyekî de beşdar dizane.

Hezaran silav li riha pak ya Kak Ebdulriza Kerîmî û hemû şehîdên Kurdistanê, û rê û rêbaza wan ya azadîxwazane pirr rêvîng be.

PDKÎ
Deftera Siyasî

13.02.2017
25.11.1395