Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka du şehîdên sorxelat çû ser dilovaniya xwe

19:33 - 8 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Dayîka du şehîdên sorxelat yên Kurdistanê li bajarê Mehabadê çû ber rehmetê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 15`ê Gelawêja 1397`an, xwedêjêrazî “Menîce Ezîzî” dayîka du şehîdên bi navên “Celal û Ce`ifer Ezîzî” du şehîdên riya azadiya Kurdistanê bi sedema nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.

Xwedêjêrazî “Menîce” kesayetiyeka navûdeng û nîştimanperwer û cihê baweriya xelkê bû.

Şehîd “Ce`ifer Ezîzî” li sala 1338`an li gundê “Kawlan”ê ji dayîk bûye, û navbirî kadrekî jêhatî yê Demokratê bû ku, li rêkevta 7`ê Gelawêja 1362`an di şereke qehremanane a li dijî dagîrkarên Kurdistanê li “Qereqişlaqê” şehîd bûye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.