Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî riya azadiya Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

18:00 - 6 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî PDKÎ li bajarê Mehabadê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 13`ê Gelawêjê  “Seyîzade Bêrî Ehmedî” dayîka şehîd “Seyîd Mihemed Nizamî” li bajarê Mehabadê çû ser dilovaniya xwe.

Şehîd “Seyîd Mihemed Nizamî”, pêşmergê hêza “Efşîn” bûye, û li sala1365`an  digel du hevçeperên din yên xwe, yên bi navên “Mistefa Dîbûkirî” û “Baqî Cigele” li gundê “Kanîbax”ê ji aliyê hêzên dagîrkarê yên rejîma Îranê ve êxsîr dibin, û piştre jî tên şehîdkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbata xwedêjêrazî û xwe şirîkê vê xema van dizane.