Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî: Komara Îslamî wekî rejîmeke îdeolojîk ya serberedayî, tu mafekê ji bo mirovan û pêkhateyên civakê rewa nizane, û heya yasayên xwe ên paremayî jî binpê dike

21:31 - 23 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistamedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya gireva girtiyên siyasî ên Kurd, MMihemed Nezerî daxuyaniyek derkir, û tê de daxwaz ji navbirî kir ku dev ji girevê berde.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

Daxuyanî bi boneya gireva Mihemed Nezerî

Kom û civatên mirovdost
Xelkê azadîxwaz ê Îranê
Hevwelatiyên Kurd

Heyama zêdetir ji 80 rojan e ku girtiyê siyasî Mihemed Nezerî dest bi grieve kiriye, û tenê daxwaziya wî cîbicîkirina yasayên Komara Îslamî ye derheq heyama hukmê xwe.

Navbirî xelkê Sayîn Qelayê ye, û temenê wî 46 sal e, û heyama 24 salan e ku di girtîgehê de ye, û hukmê nerewa bi ser de hatiye sepandin, û tenê tawanek ku Komara Îslamî xistiye stûyê wî, piştevaniya ji mafê Kurdan û endametiya di hizbeke Kurd de ye.

Ew li ber piştevaniya ji mafê Kurd,24 sal dibe ku bêy mirexesî (îzinwergirtin) di reşçalên rejîmê de hatiye ragirtin, û berpirsyarên rejîmê heya li gora yasayên Komara Îslamî bixwe jî digel wî tevnagerin, û zilmeke zêdetir lê dikin.

Li gora yasayên Komara Îslamî diviya ku heyama destbiserkirina wî jî, kêmtir ba, û çend salan berî niha hatiba azadkirin, û Mihemed Nezerî li gora yasay sala 1392`an rejîmê daxwaza dubare dadgehîkirina xwe kiriye, lê rejîmê bersiva wî nedaye, lewra di roja 8`ê Gelawêjê de dest kiriye bi girevê û tenê daxwaza wê dike ku yasayên Komara Îslamî li ser wî bêne cîbicîkirin.

Kom û komeleyên cîhanî û mirovdost

Em wekî PDKÎ daxwazê ji we dikin ku dengê mafxwaziya girtiyê siyasî Mihemed Nezerî bin, û zextê bixin ser Komara Îslamî ku guh bidin Mihemed Nezerî, û daxwazên wî cîbicî
bikin, û hindî zûtir bê berdan.

Komara Îslamî wekî rejîmeke îdeolojîk ya serberedayî tu mafekê bo mirovan û pêkhateyên civakê rewa nizane, û heta yasayên xwe ên paşvemayî jî binpê dike.

Em rû li girtiyê xebatkar û mafxwaz Mihemed Nezerî dikin û daxwazê jê dikin ku di vê rewşa dijwar ya cendekî ku tê de ye, piştî zêdetir ji 80 rojan girevgirtinê, dev ji vê girevê berde, jiber ku Komara Îslamî ya stemkar jiyana tu mirovekî jê re girîng nine, û buhayê nade tu xwestek û canekê, lewra li ber parastina canê xwe em daxwazê jê dikin, ku dev ji girevgirtinê berde.

PDKÎ
Deftera Siyasî

29.07.1396
21.10.2017