Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq hukmê îdamê û girtina dirêjheyam ya hevwelatiyên Kurd daxuyaniyek weşand

16:15 - 29 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq hukmên nerewa ên girtiyên navçeya Şinoyê daxuyaniyek bvelav kir, ku deqa vê daxuaniyê bi vî awayî ye:

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ

Derheq hukmê îdamê û girtina dirêjheyam ya hevwelatiyên Kurd

Hevwelatiyên rêzdar!

Civatên xweragir ên xelkê Kurdistanê!

Rêkxirawên berevankar ê mafê mirovan!


Rejîma Îranê di doma serkutkirina xortên Kurd de, di wan dawiyane de, û piştî berfirehbûna xebata Kurd li dijî siyaseta ferq û cudahîdanîn û binpêkirina mafên wan, girtina azadîxwazên Kurd zêdetir û çirrtir kiriye. Her di berdewamiya vê pêvajoyê de, di rojên borî de, hejmarek ji xortên Kurd di navçeyên cur bi cur ên Kurdistanê de, bi hêceta pêwendiya wan bi partiyeke Kurdî ya dijberî rejîmê bi bêy vê ku tu belgeyek bo vê reftara xwe ya nerewa di ber dest de hebin, hatine girtin, û heya niha di navçeya şinoyê de, hukmê zalimane ê bidarvekirinê û girtina dirêjheyam heya 25 salên din bi ser girtiyan de sepandiye, û bi nasînekê ku me li ser naveroka dijî mirovî a rejîma Îranê heye, dûr nine ku hukmên bi vî rengî ên zalimane bi ser girtiyên din de jî, bisepîne, bona vê ku xelkê Kurdistanê çavtirsandî bike, û pêşiya her cure nerazîbûnekê di hemberî reftara dijîgelî ya rejîmê û dezgehên wê ên xedar de bigre.

PDKÎ tevî mehkûmkirina vê şêwe reftara dijî mirovî ya xwe, li dijî azadîxwazên Kurd, daxwazê li civatên xelkê Kurdistanê dike, ku li dijî vê reftara zalimane ya rejîmê, dijkiryara pêwîst ji xwe nîşan bidin, û dengê xwe yê nerazîbûnê bilind bikin.

Rohn û eşkere ye, ku bêdengî di hemberî wan kiryarên rejîmê, berdewamiya vê pêvajoyê li pey xwe tîne, û destê rejîmê û dem û dezgehên wê ên serkutkar vekirîtir dike.

Di heman demê de, daxwazê ji rêkxirawên berevankar ên mafê mirovan, û kom û komeleyên mirovdost dike, ku dengê rexne û nerazîbûna xwe di hemberî siyaseta serkutkirin û hukmê nerewa ê rejîma Komara Îslamî li dijî xelkê Kurd bilind bikin, û ji her riyekî ve ku îmkana wê hebe, zextê bixin ser rejîma Îranê, da ku dawiyê bi reftarên zalimane yên rejîma Îranê li dijî xortên neteweya Kurd de bînin.

PDKÎ
Deftera Siyasî

09.11.1395
28.01.2017