Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq koça dawî ya Kak Fetah Kawyan daxuyaniyek belav kir

21:31 - 19 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq koça dawiyê ya kak Fetah Kawyan.

Deqa Daxuyaniyê:

Mixabin êvariya roja Çarşemiyê 18.01.2017 (29.10.1395)’an, têkoşerê mêjîn kak Fetah Kawyan bi sedema kirîza dil koça dawiyê kir.

Kak Fetah sala 1315 (1936)’an li bajarê welatparêz ê Mehabad a poytexta Komara Kurdistanê ji dayîk bûye. Heya wergirtina dîplomê, xwendina xwe domandiye, û piştre jî di zankoya Tehranê di beşa ziman û wêjeya Îngilîzî de lîsans wergirtiye, û bûye mamostayê xwendingehan, û tevî erk û wezîfeya mamostatiyê wekî kesekî şareza di biyavê zimanevanî de, komek erk û berpirsayetî di warê wergeranê de bi rê ve birine.

Kak Fetah bi sedema ogiriyeke zaf ji bo rizgariya neteweya xwe, ji destê zulm û zordarî û dîktatoriyê, û gihîştina gelê wî bi mafên xwe ên siyasî û neteweyî, di sala 1336 (1957)’an de, peywenî bi PDKÎ kiriye, û wekî endamekî dilsoj û çalak di Kurdistana Rojhilat de, erk û wezîfeya xwe ya hizbî bi rê ve biriye, û çend caran bi sedema wan çalakiyên xwe ji aliyê dezgehên ewlekariya rejîma paşatiyê ve ketiye bin çavdêriyê de, û di sala 1338 (1959)’an de, digel desteyek ji têkoşerên PDKÎ hatiye girtin, û zêdetir ji 2 salan ji aliyê îşkencegerên SAWAK’ê ve hatiye îşkencekirin û di heyama girtîbûna xwe de, bi parastina nepeniyên (nihêniyên, sirrên) partiya xwe, bi armancên gelê xwe emegdar maye, û di şoreşa bicoş ya gelên Îranê de jî, li dijî rejîma dîktator ya paşatiyê mil bi milê hevalên xwe xebat kiriye, û piştre dev ji mamostatiyê berdaye, û rasterast di refa PDKÎ de, erk û wezîfeya xwe ya hizbatiyê bi rê ve biriye. Navbirî bo heyameke dirêj endamê rêbertiya PDKÎ bûye. Ew tevî taybetmendiyên xwe ên siyasî, kesekî xelkî, qisexweş, û dilovan bûye.

Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq koça dawî ya Kak Fetah kawyan, sersaxiyê dibêje malbat û hevalên wî, û xwe di xema jidestçûna wî de şirîk û hevpar dizane.

PDKÎ
Deftera Siyasî

30.10.1395
19.01.2017