Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Deimler ” a Almanî alîkariya Îranê nake

13:02 - 8 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Piştî zivirîna yekem dewra dorpêçên aborî yên bo ser rejîma Îranê, kompaniya “Deimler” a Almanî çalakiyên xwe yên li Îranê sekinandin.

Li gorî raportên belavbûyî, Berdevkê kompaniya “Deimler” a Almanî, di beşa pîşesazî a tromibîlan de, belav kiriye ku ev kompaniya, biryar daye çalakiyên xwe yên bazirganî yên digel rejîma Îranê wê bisekinîne.

Biryara vê kompaniyayê piştî sizayên nû yên Amerîkayê yên li dijî Tehranê hatiye dan.

Di daxuyaniya vê kompaniyayê de hatiye ku: “Li gorî pêbendbûna  bi sizayên ku li dijî Tehranê hatine pejirandin, serbarê vê ku çalakiyên me li Îranê hatin sînordarkirin, û hatine ragiritinê, lê em ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên siyasî dikin”.

Her di vê pêwendiyê de, Komela kompaniya “PSA” a Firansî jî ragehandiye, egera zêde heye ku çalakiyên xwe di Îranê de bisekinîne.

Piştî vekişiyana Amerîkayê ji rêkeftinnanemya Bercamê, heyanî niha dehan kompaniyayên mezin yên cîhanê, girêbestên xwe yên digel Îranê hilweşandine, û bi tu awayî alîkariya Îranê nakin.