Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê Rasana gelan nabihîzin

14:12 - 6 Kanûna Paşîn 2018

Kerîm Perwîzî

Rejîma Îslamî a zal bi ser Îranê de, û rayedarên wê, bi sedema çewtekariyên bêqas û têketina di nava qofiya piropagendeyên dijîmirovî û derevîn de, dengê azadîxwaziya gelan nabihîzin.

Di roja 7`ê Befranbara 1396`an, di dawî rojên sala 2017`an Zayînî de, bizava mafxwaziya neteweyan û xelkên Îranê piştî çend civînên nerazîbûnê, wekî rûbareke boş, bendava astengiyên hemûreng ên rejîmê herifand, û lehiyeke sertaserî li Îranê de rê xist.

Lehiya vê carê, hatina ser kolanan ya xelkê hejar û kêmdahat û zulmlêkirî bû, ku tu hêviyeke wan ya geş bi vê rejîmê nîne, û qonax bi qonax îxanet li hêviyên wan hatiye kirin, û nanê ser sifreya wan hatiye dizîn, û ji bo mûşek û teqandina bombeyan û tevdanîkariyan di welatên derdorê de hatiye bikaranîn, û eva ku ji samana welat bo navxwe hatibe mezaxtin, bo berîka talançiyan bûye, û ciwanên vî welatî hatine bêkarkirin, û pêketiyê madeyên sirrker bûne.

Xelkê Îranê hêviyeke derevîn ji wan re hatibû çêkirin, û wisa didan xûyakirin ku piştî rêkkevtina Bercamê, jiyaneke xweş wê rû li xelkê bike, û heyî û serwet û samana derve wê berê xwe bide welat, û xelk di nava xweşiyan de wê bat bin! û gotibûne xelkê ku Spaha Pasdaran tenê li ber parastina cihên pîroz çûne Îraq û Sûriyê! û wisa nîşan dabûn ku ewê pêşiya hatina DAÎŞ`ê bigrin!.

Lê hemû ew derev û çewtekarî, di heyama du salên borî de, perde li ser wan hatin vêdedan, û wisa lê hat, ku bi milyardan Dolarî ji Sûriye, Yemen, Lubnan û Taliban, El-qaîde, û DAÎŞ`ê û…hwd re xerc kirin, û wisa lê hat ku xelkê Îranê bi hesret û xweziyan ve, çav li nan û hêkên nava fîlmên kevn bikin!.

Xelkê tûre û nerazî ji destê hemû gendelî û sivikatîpêkirinan ku rejîma Komara Îslamî wekî diyarî bo vî welatî aniye, ji mal derketin, û kolan ji destê dagîrker rizgar kirin.

Caran rejîmê hemû kun û kunceke vî welatî bi poster û wêneyên rêberên dêwsifet ên xwe xemilandibûn, lê niha bixwe ketine lezê, û wan wêneyan jê dikin, da ku xelk wan wêneyan neşewitînin!.

Wekî hertim û wekî deb û resma hemû dîktatoran, û wekî çar dehikên borî, rejîma Îranê bersiva nerazîbûnên xelkê bi serkut û tundûtîjî û girtin û kuştinê dide, û heya niha bi sedan kesî ji xelkê serhildayî di nava xwînê de hatine gewizandin, û bi dehan kesî hatine şehîdkirin.

Hemû berpirsên rejîma Îranê û hemû alî û hizb û girûp û baskên rejîmê pêkve be`ecîne, û hevdeng dibêjin ku eva pîlana dijminan e, dibe meşvan bêne serkutkirin û jinavbirin!.

Wisa xûya dike, ku li nêzî çar dehikan deshilata Îslamî li Tehranê, tenê karê wan zêdekirina dijmin bûye, ku heya niha dijmin gihîştiye ber deriyê rêberê rejîmê, û di nava Qum û Meşhedê de jî, neman bo Xamineyî û rejîma Îslamî tê gotin!.

Vê carê dengê xebatkarî û şoreşa xelkên Îranê û neteweyên blindest ew qas bilind e, ku guhê kerr ê Wilayeta Feqîhî bi hemû bandên wê ve nabihîze. Rejîma paşayetî herçend dereng, lê di dawiyê de got ku “min dengê şoreşa xelkê bihîst”, lê guhên vê rejîmê ew qas kerr in, û bixwe ew qas bawerî bi piropagendeyên çewt û derevîn ên xwe kiriye, û herwisa dengê şoreşa neteweyên Îranê jî ew qas bilind e ku nikare bi van guhên vî dengê bilind jî bibihîze. Kirsdanka dîrokê çavnihêriya vê rejîma serkutkar jî dike, lê hêvîdar im, ku Xamineyî bi mirin, yan jî bi revînê derbaz nebe, û bikeve ber destê dadgeha şoreşa gelan.