Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derketina Amerîkayê ji rêkkevtina navikî

12:40 - 4 Hezîran 2018

Îdrîs Ehmedî

Vekişiyana Amerîkayê ji rêkkevtina etomî digel Îranê, çaverênekirî nebû, yan aliyê kêm hetmî bû. Serbarê narazîbûna Trump ji vê rêkkevtinê, heta berî hilbijatina navbirî jî wekî serokê Amerîkayê, di asta navxweyî û navdewletî de, vê rêkkevtinê piştevan hebûn û hene jî. Ji aliyekî din ve îdareya Trump bedîl bo vê rêkkevtinê tunbeû, herweha serbarê girtine pêş ya siyaseta devkî ya tund li hemberî Îranê de amade nbeûye ku têçûya guherîna rejîmê dide.

 Piştevaniyên navxweyî û navdewletî bo vê rêkkevtinê her di cihê xwe de ne.  Dijberên îdareya Trump di navxwe û di asta navdewletî de pêdagirane hewl didin bo ragirtina vê rêkkevtinê, bi taybetî YE, ku wisa bû di vî warî de, guherîn pêk nehatiye.

Ya ku hatiye guherîn hevsengiya hêz e di îdareya Trump de. Serbarê vê ku Trump di destpêkê de ji vê rêkkevtinê nerazî bûye, lê Wezîrê pêşîn ê Karûbarê Derve yê Amerîkayê “Rex Tillerson” û herwisa rawêjkarê ewlehiya neteweyî yê berê “McMaster” û Wezîrê Parasatinê “James Mattis” hevhizir bûn li ser mana Amerîkayê di vê rêkkevtinê de.

Bi vêdedana “Rex Tillerson”  û “McMaster” û danîna “Mike Pompeo” û Bolton di cihê wan de, Trump du kes di postên kilîdî de danîne, ku daxwazkarê siyaseta tundtir in di hemberî Îranê de, ne tenê di asta siyaseta devkî de, belku di piraktîkê de jî. Wezîrê Parsatinê kevne jeneral e, kesek e ku zêdetir fêr bûye ku fermanan cîbicî bike, lewra digel vê ku pêştir hevbîrê “Rex Tillerson” bû, lê bi tenê nekarî serokê welatê xwe ji vê biryarê poşman bike, û ji ferman û biryara wî jî derneket.

Li derveyî guherîna hevkêşeya hêzê di nava îdareya Trump de, ku di berjewendiya alîgirên siyaseta tundtir di hemberî Îranê de ne, sê fakterên din rola xwe hebûn, di vê yekê de ku Amerîka cara dawiyê ji vê rêkkevtinê de derkeve.

Sedema yekem girêdayî ye bi têgihîştina Trump ji siyaset û metoda siyasetkirinê. Trump ezmûn û ceribandinên wî di bazerganiyê de hene, û wekî ksekî bazergan, siyasetkirinê wekî rikeberiya aborî dibîne, herweha jêve ye ku xala lawaz a ya wan, yan jî xala bihêz ya her aliyekî ji pêgeha aborî ve çavkanî digire, jiber ku hêza leşkerî û dîplomatîk bi dirêjkiriya hêza aborî dibîne. Trump herwisa bi xwendina hêza lawaz û bihêz ya aliyê hember hewl dide rêkkevtinê di berjewendiya Amerîkayê de misoger bike. Ji dîtingeha Trump ve rêkkevtin nikare hertimî be, û li ber ronahiya hevsengiya hêzê, bo pêdeçûn û heya hilweşandinê jî dibe. Hekî tercome bikin bi “qada dîplomasî”,Trump jêve ye ku hekî aboriya aliyên hember û neyar bixin jêr zextê de, dawî car di biyavê siyasî de wê tenazulê bikin. Ev têgihîştina ji siyasetê ku rawêjkaran wekî “nasyonalîzma aborî” hesibandine, ji wê demê  ve ku Trump hatiye ser kar, di koma siyaseta derve ya Amerîkayê de reng vedaye. Ji rêkkevtinên tîcarî ve bigre heya rêkkevtina Parîsê di warê jîngeh û herweha siyaseta li hemberî Kureya Bakur û Îranê, ku em şahidê vê rastiyê bûn.

Ku vedigere ser Îranê, Trump kêşe digel rêkkevtina bi Îranê re nine, belku kêşe digel vê rêkkevtinê heye ku îdareya pêşîn digel Komara Îslamî girê da, ku di berjewendiya Îranê û bi zirara Ameîkayê bû.

Faktera duyem: Vegeşandina nifûza Îranê ye di Rojhilata Navîn de. Vê yekê jî heya astekê Komara Îslamî ji armanca bidestxistina serdestiyê di gellek cihên jeostratejîk wekî Îraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê nêzîktir kiriye. Şer û nearamî di van cihan de alîkarê Îranê bûn di pêxema zêdekirina nifûza wê di Rojhilata Navîn de. Lê di heman demê de hilgirtina dorpêçan û destpêregihîştina rejîma Îranê bi perê zêdetir alkarê Îranê bûye, da ku zêdetir di Îranê de nifûza xwe vegeşîne. Rêkkevtina navikî ne tenê çareyeke dayimî nebû bo kirîza navikî ya Îranê, belku pêgeha rejîmê di Rojhilata Navîn de bihêztir kir. Ew rastiya tevî pêşkevtina pirograma mûşekî ya Îranê û herweha avakirina hizûra nizamî ya berçav di Sûriye de, yan jî li rex Îsraîlê, metirsiya hejmoniya leşkerî û siyasî ya Îranê di Rojhilata Navîn de berçavtir kiriye. “Mike Pompeo”  û “Bolton” û hinek kesên din dibêjin ku ew rêkkevtin sînordar e bi pirsa navikî, di demekê de ku Îran di warê mûşeksaziya dûrhjavêj û piştgiriya terorîzmê û destêwerdana di welatên Rojhilata Navîn û pêkanîna nearamiyê di navçê de desteke bilind heye, û dibe ku ew pirs jî bêne berçavgirtin.

Cihê îşarepêkirinê ye ku ji wê demê ve ku Amerîka wekî mezinhêzeke derekî di Rojhilata Navîn de cihê Birîtaniyayê girtiye, sê berjewendiyên stratejîk diyarî kirine, ku amade ye ku hekî pêwîst be di pêxema wan de şerê aborî di forma sepandina dorpêçên tund heya bikarbirina hêza leşkerî bigre pêş, ku ew sê berjewendî ew in:

1-Misogerkirina veguhastina nefta Kendawê bo bazara navdewletî bi nirxa pêwîst.

2-Parastina hevpeymanên xwe, û li serveyî hemiyan Îsraîl ji metirsiya ewlehiyê

3-Herweha rêgirtina ji vê ku hêza navçeyî yan derekî di aliyê leşkerî de, bi ser navçê de xwe bisepîne, yan bibe xwedîhejmonî.

Her ew berjewendiyane bûn ku wisa kir ku Amerîka piştî dagîrkirina Kowêytê hêza leşkerî ya Îraqê têk bişîkne, û piştre hem Îran û hem jî Îraqê bixe jêr dorpêçên tund di forma stratejiyekê de, li jêr navê “lêpêçana du alî”.

 Piştre ku eşkere bû ku Îranê pirogrameke veşartî bo berhemanîna çeka navikî heye, dorpêçşn li ser Îranê tundtir kirine bi armanca xistine qedeman ya Îranê. Niha derketiye ku bi valahiya deshilatê di Rojhilata Navîn de tevî zêdebûna nifûza Îranê di navçeyê de, her sê berjewendiyên stratejîk ketine jêr gefên cidî de, û Îdareya Obama jê derkeve, li pxema rêkkevtina digel Îranê amade bû baca mezin di rêkkevtina digel Îranê bide. Her îdareyeke din jî li ser kar bûya, dibûya ku bersivder be di hemberî vê rewşê de, û ew metirsiyên ku ji aliyê Komara Îslamî ve çavkanî digrin. Hekî “Hillary Clinton” wekî seroka Amerîkayê hatiba hilbijartin, renge Amerîka ji vê rêkkevtinê derneketiba, lê bêguman wê hewla dijberîkirina cidî daba bo rêgirtin ji siyaseta hejmonîxwazane ya Îranê. Helbet Trump bi sedema têgihîştinekê ku ji siyasetê heye, tevî vê ku di hizbeke din de ye, û parastina mîratê Obama gellek jê re girîng nine, bi başî zaniye ku bo bêbandorkirina Îranê Amerîkayê vekişîne ji vê rêkkevtinê. Xaleke din ya pêwendîdar ew e ku serbarê hewla hevpeymanên Amerîkayê, Rojhilata Navîn bo bêbandorkirina Îranê bi taybetî ji aliyê Erebistan û Îsraîlê ve hêza wan, pişka vê nake ku pêşiya Komara Îslamî bigrin ku hejmoniyê bi dest bixe.

Xaleke din dubendiya di navbera welatên navçeyê de ye, ku wisa kiriye ku Îran bikare sanahîtir siyaseta hejmonîxwaziyê bidomîne, lewra Amerîka neçar e ku bixwe bê qadê. Wisa dixûye ku Amerîka bixwaze bi derktina ji vê rêkkevtinê welatên Ewropî naçar bike ku pêdeçûnê bi ser siyasetên xwe de bikin, ku heya niha pêk hatiye ji bihêzkirina Îranê.

Faktera sêyem, şikestanîna danûstandinên Amerîka û Ewropayê bû derheq pêdeçûn yan tekmîlkirina rêkkevtina navikî digel Îranê. Eşkere nebûye ku çima welatên Ewropî digel îdareya Trump nekarîn ku bigihîjin yekdengiyê, lê tê gotin ku Amerîkayê merca wê, ew bûye ku tevî pirsa mûşeksaziyê û dewra têkderane ya Îranê di Rojhilata Navîn dibe ku çavdêriya heta-hetayî bo bernameya navikî ya Îranê bê kirin, û Ewropiyan ew yek bi dilê wan nebû, û gotin ku digel cewherê rêkkevtinê dijayetî heye. Derketina Amerîkayê piştî sernegirtina danûstandinan digel Ewropiyan rû da.

Armanca îdareya Trump ew e ku bi sepandina dorpêçan bi ser Komara Îslamî de, û lawazkirina rejîmê, neçar bin ku cardin vegerin ser maseya gotûbêjê bo wajokirina rêkkevtineke din û berfirehtir, hem di warê pirsa pêwendîdar ku li serê de îşare pê hate kirin, û hem jî di warê zemanî de.

Gihîştina bi vê armancê girêdayî ye bi vê ku dorpêç çend bibandor bin, û herwisa girêdayî ye bi vê ku welatên Ewropî, û Çîn, Rûsiye, û hin welatên din di Rojhilata Navîn de alîkarê Komara Îslamî bin bo dewrlêdana wan dorpêçan yan na.

Kirîzên aborî ên Îranê çêbûyê sîstema siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê ne, û bi gotineke din ew kirîzane sîstem in heta eva ku demkî bin, yan encama siyaseta vê yan wê hikûmetê, yan vî baskî û wî baskê din ê rejmê bin.

Berî dorpêçên navdewletî, û herwisa piştî rakirina pişka zêde ya van dorpêçan, ew kirîz hebûn û di çend salên dawiyê de heya kûrtir jî bûne. Kirîza aborî tevî kirîza civakî û jîngehî ku her hemû jî pêkve girêdayî ne, û çêbûyê sîstema siyasî ya Komara Îslamî ne, Îran gehandine ser lêva Kendal.

Nîşaneya vê yekê di serhildana cemawerî û berfireh ya zivistana par de me dît, ku carna li vir û li wir dom hebûn.

Ya rastî ew e ku Îran di rewşa şoreşê de ye, helbet sedema rûnedana şoreşê nebûna hevsozî û hevalbendiyê ye di nava çîna hejar û çîna naverast ji aliyekî, û ji aliyekî din ve nebûna hevpeymaniya di navbera neteweya Fars û neteweyên din de, ku ew yek jî di goviya xwe de vedigere ser nasiyonalîzma Fars ku rûxandina Komara Îslamî bi hilweşandina Îranê, û jinavçûna serdestiya neteweya Fas dizane.

Rola xapandinane ya bi nav reformxwazan di navxwe û di asta navdewletî de faktereke din ya girîng e, jiber ku ew rejîmparêz in, ne reformxwaz. Bêguman tirs ji serkuta bêrehmane û herweha tirs ji vê ku Îran wekî Sûriye yan Îraq rastî şerê navxweyî û kêşeyên zêdetir bibe, tirsek e ku Komara Îsalmî ji riya piropagendeyên tevalî ve bihêz dike, ew yek jî di destpênekirina şoreşê de, serbarê başbûna rewşa şoreşê rol dilîzin.

Heya vê demê ku rohn dibe ku Îran amade dibe digel Amerîkayê rêkkevtineke nû bike yan na, zexta Amerîkayê bo hevkariya hinek welatan di Rojhilata Navîn de, ku ewlehiya wan bi sedema siyasetên şerxwaz û têkderane yên Komara Îslamî ketine metirsiyê de, ew kirîznên navxweyî ên Îranê kûrtir dikin. Rohn nine ku Amerîka bi dana îmtiyazaê bi Çîn û Rûsiyê, herwiha bi zextxistina li ser welatên Ewropî bikare serkevtî be, ku wisa bû li kurtheyam de Komara Îslamî lawaztir dibe, û siyaseta herifîna wê kûrtir dibe.

Hekî siyaseta îdareya Trump di hemberî Kureya Bakur de bikin bingeh û îdareya Trump tê de serkevtinê bi dest bixe, eva egera wê zor e ku Îran razî be bi mercên Amerîkayê, û li hember de dibe ku Amerîka di goviya xwe de, mana rejîmê garantî bike, û (Wezîrê karê derve yê Amerîkayê bi eşkereyî got ku hekî Kureya bakur derheq damalîna çeka navikî razî be, ew mana vê rejîmê garantî dikin).

Helbet di demekê de ku Kureya Bakur mana rejîmê bo wê li serveyî her tiştî ye, Komara Îslamî bernameya mûşekî û nifûza xwe di navçê de jê re girîng e, û bi cuda nizane ji pirsa mana xwe.

 Dûr nine ku Îran dawî car amade be bo gotûbêja digel Amerîkayê, lê wekî pîşeya hertimî ew qas van gotbêjan dirêj dike, da ku îdareya Trump li ser kar nemîne, helbet eva ku pêşeroja Îranê yekalî dike, faktera derveyî nine, belkû dînamîka navxweyî ya Îranê ye, Komara Îslamî siyaseta derve ya wê gellek bilindfir e, wate siyaseta bidestxistina hejmoniyê di Rojhiata Navîn de, eva di dmekê de ye ku şiyana wê ya navxweyî nine, bo vê siyaseta bilindfirane.

Komara Îslamî di Rojhilata Navîn de kariye ku bihêz be, lê di navxwe de lawaz e û gihîştiye ser lêva Kendal. Welatk ku li derve  bihêz be, û di navxwe de lawaz be, û li ser lêva Kendal be, şiyana dana nirxa domandina bi bilindfirînê nine. Herweha bi sedema vê ku kirîzên avxweyî sîstemî ne, tenê bi guherîna rejîmê koma van neteweyan ku di Îranê de dijîn, û herwisa cîhana derve ji dest Komara Îslamî rizgar dibin.