Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de rêz ji cejna netewî a Newrozê hat girtin

15:17 - 23 Adar 2013

Kurdistanmedia: Cejna Netewî a Newerozê li binkeya Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi beşdariya du heyetên Komeleya Şoreşger a Zehmetkên Kurdistana Îranê û Partiya Susyalîst a Kurdistana Bakûrê birêve çû.


Li gor rapora nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, rê û resm bi amadebûna birêzan “Hesen Şerefî” cêgirê sekerterê giştî yê PDK Îranê, “Farûq Babamîrî” serperestiya şanda Komelê, “Mes’ûd Tek” serperestiya heyeta partiya Susyalîst, endamên rêberayetî û malbat û pêşmergên PDK Îranê û mêvanên hêja birêve çû.
Di destpêkê de sirûdek bi hinceta sala nû a Kurdî, li jêr nave “Em rojî salî tazeye” hat pêşkêş kirin.
Paşan rêzdar Şerefî serbarî pîrozbahî kirin bi hamu xelkê Kurdistanê, çend gotinek bi hinceta nûyê bûna sala nû û Newrozê pêşkêşî amadebûyan kir.
Li birga din ya rê û resmê de peyama hevbeş a PDK Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkên Kurdistana Îranê ji aliyê “Çengîz Sîgarçî” ve hat xwendin û li pişkek di vê peyamê de hatiye, Dîroka karesatbar a neteweya me bi taybet di serdemê hevçerx de gewahyarê vê rastiyê ye ku çawan vê neteweyê, hertim û piştî têkşikana şoreşan ji aliyê ne hezan ve, waneyên newrozê kirine rêniwînê vejiyan û serhildaneke nû, û waneya azadî û hermanê li çeperên berengariyê de xwendiye.

Paşan hejmarek stiranên fulklurî û sirûdek ji aliyê giropa hunerî a PDK Îranê hat pêşkêş kirin û piştre çend semayên guvendê ji aliyê giropa guvendê a “Nekeroz”ê re hat pêşkêş kirin.
Di beşa duyem a rê û resmê de agirê Newrozê ji aliyê rêzdaran “Hesen Şerefî” cêgirê sekerterê giştî yê PDK Îranê, “Farûq Babamîrî” serperestiya şanda Komelê, “Mes’ûd Tek” serperestiya heyeta partiya Susyalîst hat hilkirin.