Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgaha Urmiyê ptir ji 100 hawilatî seba bûyerên hetûçunê canê xwe lidest dane

14:00 - 3 Kanûna pêşîn 2012

kurdistanmedia: li dema 8 meha de 4 hezar û 316 haletê rudana hatûçuê li parêzgaha Urmiyê qewimîne û li serhev 107 hawilatîyan canê xwe lidest dane.

Elî Seîdî berpirsê polîsê hatûçuê a rejîma Îslamî ragehand, li dema 8 meha de 4 hezar û 316 haletê rudanên hatûçuê hatine tomar kirin û ji bilî kuştîyan, 4 hezar û 913 kes jî birîndar bûne.

Nawenda ragehandina polîsê hatçûna parêzgaha Urmiyê bilaw kir, diwê parêzgahê de rojane nîzîk bi 650 hezar dezgahê ûtomobîlan li helê hetûçûê de ne.

mehek berî niha jî Nadirî berpirsyarê polîsê hatûçûê a rejîmê li parêzgaha Sinê eşkere kiriye, li dema 7 mehan de 201 hawilatîyan li rêkên parêzgaha Sinê, seba hetûçuê canê xwe li dest dane.
Li niha de 24 mîlyon û 150 hezar dezgaha ûtomubîl di Îranê de hene kû piranîya wan kevin û ne ostandardin û yek ji sedemên ji dest dana canê xelkê ne.
Her di wê pêywendiyê de li gor repora pizişkê yasayî a rejîma Îranê, li sala 1390’ a rojî, ptir ji 2068 hawilatîyan seba hatûçuê canê xwe li dest dane.

Rêja nawendî a wê amarê derketiye ku rojane 55 kes û li her yek demjimêrê 4 kes di Îranê de can xwe li rêka hatûçê de li dest diden.