Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîktator her maye!

17:15 - 6 Çirriya paşîn 2021

Nûredîn Sofîzad

Di hemî sîstem û hikûmet û deshilatên zordar û dîktator de, ku ti rewayiyek û rizaya xelkê digel nîne, belkî tenê bi derba zorê û sitem û çavtirsandinê ve cehd têtekirin ku xelkê bêxe bin rikêba xwe û deshilata xwe ya zalimane bi ser wan de bisepînin.

Dîktator hindê zêdetir bikarin bi girtin û kuştin û tirsandinê deshilata xwe biparêzin, hin zêdetir çavê wan tarî dibin û hovanetî dikeve canê xelkê û kuştin û xwînrêjî bal wan dibe tiştek adetî û surûştî.

Ku wisa ye wê deshilatê ti rewayiyeke xelkê çinîne û kite mikanîzma ku wisa dizanin dikare wê biparêze û hêza tepeserî û girtin û kuştin û tirsandina xelkê ye.

Rejîma niha ya Îranê jî ku ti rewayiyeke xelkê welat digel de nîne, bi girtin û kuştin û tepeseriya ku bi ser xelkê de dike, mirov dikare bêje rûyê hemî dîktatorên dîrokê sipî kiriye.

Her dengek mafxwaziyê bi girtin û cezayê giran tê bersivdan; Her azadiyeke siyasî, civakî, rêkxistinî, wekhevî, mafê netewî, mafê olî û çandî di Îranê de û ji aliyê wê rejîmê ve qedexe ye, û her kes û aliyek basê wan mafane bike digel girtin û kuştin û cezayê giran hember dibe û tê tepeserkirin.

Eva şêwaza hikimdarî û deshilata wê rejîmê bûye, lê dema em lê dinêrin hindê pêde diçe û astê hişyariya xelkê diçe serê û baştir ji mafên zevtkirî yên xwe ji aliyê wê rejîmê ve tê digîjin û eva jî dibe sedem ku dengê xwe bi dijî wê rejîmê bilind bikin; bê guman rejîm vê zêdetir hov dibe û ew jî astê tepeserî û dîktatoriya xwe zêdetir dike û bona bêdengkirina xelkê, ji her emrazekê mifahê werdigre.

Hewce ye ku xelkê Îranê ku wê deshilatê bi ya xwe nizanin û bal wan rewayî çinîne, û bona gehîştin bi maf û azadiyan ku ew jî bikarin wekî mirovên serdem bijîn, divê berhevdanekê bikin û bizanin ka sedemê sernekevtina wan bi ser wê rejîmê de çî ye? Dibe bizanin ku sedem çî ne ku wê rejîmê berdewam kariye bi sanahî dengê xelkê mat bike û wan tepeser biket? Dibe xelk ji xwe bipirsin, gelo di demekê de wê rejîmê ku çi rewayiyek di nav xelkê de çinîne û xelk wê bi ya xwe nizanin, çima xelk nikare wê rejîmê sernixûn biket û ji dest wê dîktatoriyê xelas bibe?

Bêguman renge piraniya xelkê Îranê bersiva wê pirsyarê peyda kiribin û bizanin.

Sedemên herî sereke ên heya niha mana wê rejîmê dikarin ew xalane bin, ku renge hin kesên dinê jî seh bi sedemên dinê jî kiribin.

1- Nebûna altirnatîvek ku bikare piştî sernixûniya wê rejîmê bête ser kar; bê guman berî hemî xelkê Îranê jî, rejîmê her bixwe jî gelek bi başî seh bi vê yekê kiriye û zaniye, lewma berdewam propagenda hindê dike û dide zanîn, ger ew rejîma nemîne, dê rewşa Îranê jî wekî ya Sûriyê lê bê; bê guma ev yeka jî bandorê didanê ser xelkê û kesên wisa hene ku bêjin hebûna dîktatoriya wê rejîmê baştir e ji vê yekê ku em wekî xelkê Sûriyê malvêran û der bi der bin û hêminiyê bi xwe ve nebînin.

2- Nebûna yekîtî û hevxebatiyê di navbera wan hêz û aliyên siyasî yên ku xwe dijberê wê rejîmê dizanin.

3- Nebûna rêberiyek bihêz û xwedî bandor ku xelk bikare hem peyam û hêla xebatê jê wergire, hem pê piştqahîm û dilgerim be.

4- Nebûna yekgotariyek di nava opozisyonê de ku bikarin li ser sîstema hikûmeta piştî wê rejîmê gel hev pilatformekê dabinên.

5- Nebûna piştevaniya seranserî ji her serhildan û nerizayetiyek ku renge li parek ji navçên Îranê de bête pêş, bo mînak bi hegera cudahiya netewî û olî, yan pîşeyî û qatî û cinsiyetî, dema ku yek ji wan texane nerizayetiyê didine xuya û xwenîşandanê dikin û daxwaza tevlîbûna xelkê seranserê Îranê dikin, mixabin xelkê yek ji navçan, yan neteweyek, yan olek yan sinfek xwe tenê dibîne û rejîm jî gelek bi sanahî û hovane tepeser dike.

6- Piraniya xelkê Îranê bi sedema siyaseta bi zanebûn a rejîmê, ku rastî dehan pirskirêkên civakî bûne û bi taybetî li warê aboriyê ve ku rejîmê xelk rût û birsî û mihtac kiriye, jiyana xelkê wisa lê hatiye ku berî ewê ku xelk li hizira azadî û mafê xwe de bin, mixabin şev û roj xistine ser hev ku bikarin pariyeke nan bo mal û zarokên xwe peyda bikin.

Belê ev û renge gelek sedemên dinê jî bûne sedem ku ew rejîma dîktator û zalim heya niha bimîne û jiyana xelkê welat roj bi rojê ber bi rojreşiya zêdetir ve biçe.

Lê axavtina dawî jî eva ye ku bê guman kerb û kîna pendavxwarî ya xelkê dê rojekê ne gelek dûr de biherike û deshilata dîktator a axûndên kevneperset biherifîne; ger îrada serhildana li hember zulm û sitemê de hebe, çi dîktatorekê nekariye xwe ji sernixûniya li hember hêza xelkê de bigire.

Bê guman eva qedera rejîma Komara Îslamî ye.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine