Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsa du hemwelatiyên kurd bûne qurbaniyên mînan

21:27 - 10 Çirriya pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Du hemwelatiyên Kurd di parêzgeha Sineyê bûne qûrbaniyên mînan, û bi sebeba kûrbûyîna birîna wan ew her du kes veguhestine nexweşxaneyê.

Li gor raporên ku hatine belavkirin, du ciwanên Kurd yên xelkê Sewlava yê ser bi parêzgeha Sineyê,di encama teqîna mînan de bi awayekî giran birîndar bûn û ew her du kes veguhestine nexweşxaneyê.

Navê wan her du kesên birîndar bûne bi vî awayî ne, “Arman Ebdullayî û Cemal Fethî” ku temenê wan her du kesan 23 û 27 salî ye.

Li gor amarên herî dawî,bi giştî 16 milyon mîn di gişt Îranê de hene,û di çar parêzgerên Îlam,Krmaşan,Sine û Urmiyê de bi sebeba nebûyîna ewlehiya sînoran,gellek mîn hatine çandin.

Rejîma Îslamiya Îranê heyanî niha jî peymannameya Ûtawa ,ku taybet bi qedexekirina bikaranîna kirîn û firotina mînên dijî tak (nefer) e, îmza nekiriye, û ji bona ji holê rakirina milyonan mînan di navçeyên sînor ên Kurdistan û Xûzistanê, tu hewlek bo rakirina mînan nedaye.

Rejîma Îranê hewleke gellek kêm daye ku wan mînan li ser sînoran rake, û li ser rêyên “Qaçax”rojane mîn têne çandin, û kolber û hemwelatiyên sivîl dibine qorbaniyên wan mînan.