Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dostê xebatekê

13:39 - 8 Tebax 2017

Kerîm Perwîzî

Di rojên borî de, rojnamevan û lêkolerê dîrokî ê navdar, Kirîs Kûçêra koça dawiyê kir, û ne tenê malbata wî, belkû hejmareke yekcar zaf,ji kesên neteweya din ji bilî neteweya xwe, bo mirina vê kesayetiyê daxdar bûn.

Jiyan û derbazkirina temen bo her kesekî din di vê cîhanê de bi her awayekî be diçe pêş, û bi milyonan kesî ji dayîk dibin, û bi milyonan kesî jî dimrin, û her takek jî di jiyana xwe de bi hêviyên taybet bi xwe dijî, wekî tak renge cudahiyek di navbera jiyana kesan de nehê dîtin, û hemû wekî yek li wan bê nihêrîn bi vê wateyê ku bê gotin ku jiyana hemû kesî, ji nuqteyekê ve dest pê dike, û hinek rûdaw bebrirûyê wê dibe, û hin tişt di jiyana wî de têne pêş û di dawiyê de di xalekê de jiyana wî digihîje dawiyê.

Lê di vê navberê de hin kes hene ku jiyana wan taybetî dibe û di nava milyonan jiyanî de, ew dibin kesên navdar, û xelk wan bi bîr tîne, û ew jî, ew kes in ku jiyana wan bi awayekî asayî derbaz nabe, yan di jiyana xwe de rîskê dikin, yan jî dahînanê dikin û rengeke taybetî didin jiyana xwe û bi hezaran kesên din.

Di nava wan de jî kesên wa hene wekî Kirîs Kûçêra ku jiyana wan bertengiyan derbaz dike, û sînorê navbera neteweyan jî dibezîne.

Di dawiyê de neteweyeke din heye ku dibêje mixabin dostê neteweyea me koça dawiyê kir. Jiyana Kirîs Kûçêra ê dostê Kurd ew jiyana bû ku dengê neteweya Kurd gihande guhê cîhanê, û di rûpelên mêjûyê de tomar kir. Lewra Kurd bi bidawîhatina jiyaneke weha xembar e. ji aliyekî din ve, jiyan û dostatiya Kirîs Kûçêra biyaveke din heye, ku nahê kirin ku îşare pê nehê kirin, ku ew jî ew biyav e ku kesên weha di nava neteweya Kurd de hene ku hewl dane ku kesên wekî Kirîs Kûçêra bikin dostê Kurd.

Di nava pêwendiyên nava neteweyên cîhanê de, renge bi hezaran mînak hebin, ku ducarî jî bin ku kesek bibe dostê neteweyeke din, û herwisa bi sedan û hezaran rojnamvena û reporterên mîdyayî serdana welatekî din bikin, û zanyariyan kom bikin, û karê rojnamevaniyê li ser wna bikin. Lê ewên ku dibin dostên neteweyeke din renge li ber berjewendiyeke taybetî ku bo wan tê diyarîkirin pêwendiyan çirr bikin, ku bilindtirîn asta xwe bo mînak di nava kongireya Amerîka de, endam kongire û endamên Meclisa Sena ên wa hebin ku ku karê lobiyê bo welat û netewyeke din bike.

Lê ya ku karê keskeî wekî Dr. Qasimlo gellek girîngtir û cuda dike, ew e ku rojnamevanekî wekî Kirîs Kûçêra dibîne, û wisa bandorê li ser dadinê, ku wî kesî dike dostê xebatekê!.
Dostatiya xebatekê bo kesekî rojavayî ku li welatê xwe de jiya û deretaneke baş hebe, li vî warî de girîng e ku berjewendiya madî û şexsî ji wî re dabîn nake, belkû rêberekî bilîmet wekî Dr. Qasimlo bi baskirina hêvî û xwazî û xebata neteweya Kurd bo Kirîs Kûçêra, kesekî din ji parzemînekî din û bi şiyana taybetî ve, radikêşe bo aliyê wan xewn û xweziyan, û di rastî de xewn û xwaziya neteweya Kurd, bi zimaneke serdemiyane dibe nava bîr û hizreke rojavayî ve.

Mezinahiya karê Dr. Qasimlo di vir de ye ku kesayteiyekî rojavayî dike dostê xebata neteweyekê ku di navxwe de gellek dijmin hene!.