Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Qasimlo rêalîstek rastîn derheq pirsa jinan

21:13 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Çeko Rehîmî
Kesên ku bikarin bo midehek dirêj di dilê mirovan de bimînin û bibin sembola mirovahî û mirovdostiyê, pir kêm in. Ew netewên ku xwediyê rêberek karîzmatîk û şoreşvan in, zêdetir ew in ku bona bidestveanîna mafên xwe xebat kirine. Li welatê Hindûstanê Mihatma Gandî, li Afrîqayê Nêlson Mandêla, li Amerîkayê Martîn Lûtêrkîng û li Kurdistanê jî Dr. Qasimlo mînaka wan rêberên karîzmatîk û şoreşvan in.

Ev rêberane xwediyê vê taybetmendiyê bûne ku rastiyên civaka xwe dîtine û eva jî rêalîstbûn(waqi’xwaz) wan derdixe. Di vê pêvajoyê de hejmarek pirsên girîng li berçav girtine ku yek ji wan pirsa jinan e ku di rastî de yek ji pirsên herî girîng a mirovahiyê ye.
Renge Dr. Qasimlo banga vê yekê nakiribe ku fiminîst e, lê eva ku di kiryar û gotarên wî de berçav dikeve, vê rastiyê diselimîne ku şehîd Qasimlo bi her awayek mumkin di hewla geşepêdana hizra yeksanîxwaziya jin û mêran de bûye û di vê derheqê de jî xebatek berdewam meşandiye.

Dema em xwendinekê li ser biyavên siyasî ên weke sosyalîzm û sîstema demokratîk û hizra kesk li Ewrûpayê bikin, bi eşkere xûya dike ku eva li gotar û qelema Dr. Qasimlo derheq bi pirsa jinan derdiket holê, berhema nasîna wî bû li ser cîhana modêrn û pêşkevtî.

Lê hunera sereke ya wî di wê de bû ku rewşa civaka Îranê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî nirxandibû û li ser bingeha civakek weha teoriyek pêşkêş dikir.

Tewahiya belge û dêkomêntên ku niha di dest de ne, vê yekê diselimînin ku Dr. Qasimlo piştewanê rastîn a pirsa jinan bû û bi awayek berdewam û ji her rêyekê ku îmkan heba, handerê jinan bû bona geşekirina zêdetir û hewlên zêdetir bona bidestveanîna mafên xwe.
Ew yek nahê înkarkirin ku şehîd Qasimlo evîndarê xwezayê bû û li ser vê bingeh û zanistê bû ku bi wî qasî hewl dida pirsa jinan bixe ber bas, jiber ku ev rastiya ku dibêje jin û xweza du têgehên ji rengê hev in bi zelalî fam kiribû. Wî dizanî ku bê ektîv û çalakbûna jinan, cardin civak wê digel arîşeyan berbirû be û heya pirsa jinan nehê çereserkirin, civak nikare bi asûdeyî pêvajoya dîrokî ya xwe bipîve. Lê li vir pirsyarek girîng derdikeve holê ku gelo, li gorî dîtingeha Dr. Qasimlo hewce bû ku wekheviya di navbera jin û mêran de li gorî wan pîvanan be ku di rastî de ji aliyê mêran ve hatine diyarîkirin, yan li ser vê baweriyê bû ku dibe ferq û cudahiyên di navbera wan de bên diyarîkirin û bona zêdetir geşepêdana taybetmendiyên jinan hewil bê dan? Bê guman bi liberçavgirtina hizra rêalîstî a Dr. Qasimlo, eşkere ye ku bi hemû hêz û şiyana xwe hewil dida ku dûr ji dirûşm û berjewendiyên hizbî û takekesî, bona zêdetir bawerî bi xwe peydakirina jinan alîkar be û di vê rêya pir ji asteng de piştewanê rastîn a wan be. Dr. Qasimlo weke jin li jinê dinêrî û nedixwest ku jin weke mêran be, belkî geşekirina herî zêde a jinan armanc û baweriya rastîn a rêberê tu car nemir ê Kurd bû.