Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Qasimlo û exlaq di siyasetkirinê de

14:27 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Arif vêlzî

Di Îran û Rojhelata Navîn de, kêm in ew xweşmêrên ku rêberiya tevgerek mafxwazane û pir ji qurbaniya weke tevgera Kurd li dijî rejîma Komara Îslamî a Îranê dikin û hevdem, di qonaxên curbicur ên siyaset û xebata xwe de, di dema tengavî û dema serdestiyê de, di dema bêhêzî û ew qasê hêz de, di navxwe û derveyî xaka xwe de, girêdayî bin bi berjewendiyên netewî û buhayên mirovî û bi giştî li berçavgirtina exlaq di pêvajoya xebata siyasî ya xwe de.

Dr. Qasimlo yek ji wan siyasetvanan e ku bo cara yekemîn di nav tevgera Kurdî û heta Îranî de jî, serbarê vê ku bi xwe dibêje: “Em yekemîn rêkxirawa siyasî di Kurdistan û Îranê de ne ku me exlaq tevlî siyasetê kir”, lê di rastî de her bi xwe bû ku peywendiyek qenc û mirovtewer di navbera exlaq û siyasetê de pêk anî û siyasetên PDK Îranê li ser bingeha azadiya beyan, diyalogtewerî, gotara zelal a siyasî, rastî û dirustî, parastina berjewendiyên netewî, serbixweyî ya siyasî û biryardanê, xwe parastin ji teror û tundûtîjiyan, parastina mafê mirov li hember mirov de û ...hwd darişt û di rojên dijwar ên berevaniya çekdarî de, parastina sînorên exlaqî ji aliyê pêşmerge û endamên PDK Îranê ve kire erk û biryar, û her eva jî bûye sebebê vê ku, ne tenê bal endam û alîgirên PDK Îranê, belkî bal aliyên din ên opozisyona Kurdî û Îranî û heta cîhana derve jî, Dr. Qasimlo weke serkirdeyekî aştîxwaz û xwedî exlaq ê siyasî navûdengê peyda bike.

Yek ji fakterên ku diselimîne cuda ji vê ku Dr.Qasimlo heya ser hêstikan demokrat bûye, ew e ku wî weke pirensîpek siyasî û şoreşvanî baweriyek kûr bi vê hebû ku dibe berjewendiyên netewî berî her berjewendiyek din bêne berçav girtin û her eva jî bû ku berawajî hindek aliyên din, serbarê peywendî tevî gelek aliyan, tu caran li ser hisaba Kurdên parçeyek din, amadeyî dirêjîdan bi wan peywendiyan nebû û di tewahiya qonaxên pir ji evraz û nişîvên xebata siyasî û çekdarî de, serbixweyî ya siyasî û biryardana partiya xwe bi tewahî parast û heta rolek erênî jî li dor çareseriya aştiyane a pirsa Kurd di beşên din ên Kurdistanê de dilîzt.

Lewra di dawiyê de hewce ye ku bê gotin, dîtingeha pir ji hesta mirovtewerî a Dr.Qasimlo derheq têkiliya siyaset û exlaqê, yek ji wan mîratan e ku niha jî PDK Îranê û rêvîngên wê rêbaza pîroz, şanaziyê pêve dikin û vê bîrokeyê bi ronîkerê rêya xebata xwe dizanin.