Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du partiyên Kurdên Rojava û Rojhilatê ji hev civiyan

22:15 - 17 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Partiya Pêşkevtinxwaz a Kurdên Sûriyê seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir.


Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Duşemî berwar 17’ê Îlona 2012’an, heyetek Partiya Pêşkevtinxwaz ên Kurdên Soriyê bi serperestiya birêz “Umer Ceifer” Endamê Deftera Siyasî yê wê pariyê, seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir û ji aliyê heyetekê bi serperestiya birêz Hesen Şerefî Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ve hat pêşvazîkirin.
Heyeta Partiya Pêşkevtinxwaz a Kurdên Sûriyê armanc ji seredana xwe bo PDK Îranê agehdarkirina wê partiyê ji rewşa siyasî a Sûriyê û Kurdan di wî welatî de û pêvajoya guhertinan di Sûriyê û xebata cemawerî li dijî rejîma dîktator a Beşar Esed da zanîn.
Heyeta han herweha amaje kirin ku pêwendiya navbera PDK Îranê û Partiya Pêşkevtinxwaz a Sûriyê tijî serwerî û şanazî ye û me li gel her du rêberan Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî pêwendiyên dostane hebûne û gerek ew pêwendî berdewam bin.
Piştre birêz Hesen Şerefî keyfxweşiya PDK Îranê ji wê seredanê nîşan da û tevgera Kurd li Sûriyê û xebata partiyên siyasî ên Kurd di wî welatî de bilind nirxandin û nêrînên PDK Îranê li ser pirsa Kurd li Sûriyê xist ber nêrînên wê heyetê.
Di beşek din de birêz Şerefî bas ji destêwerdanên rejîma Îranê di kar û barên Sûriyê û pêkanîna astengiyan ji xebata Kurdan de û bizava azadîxwazane a tex û qatên civaka Sûriyê li dijî rejîma Beşar Esed kir û li ser rewşa siyasî a Kurdan li Îranê û siyaseta tepeserkarane a rejîmê axaftinek kir..
Di rewşek dostane de her du aliyan dawî bi rûniştina xwe anîn.