Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elqaîde di halê jinavçûnê de ye

15:53 - 29 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Nûçegihaniya Firansa di raporekê de li Parîsê nivîsand, salekê piştî mirina “Osame Binladen”, Serokê Berê yê Tora Elqaîde, tora han di rewşek nebaş de ye.
Karnas dibêjin ku mirina “Binladen” û herweha êrîşên balafirên bê balafirvan ên Amerîkayê di axa Pakistanê de bûye seba hiloşana wê tora terorîstî û hejmara wan pirr kim bûye û di hewla zindîragirtina xwe de ne, herweha “Îmen Elzewahirî” jî cihgirek baş ji “Binladen” re nebûye û nekariye girûpa han yekgirtî biparêze.
“Jan Pîr Fîlo” mamostayê zanîngehê li Firansa û nivîskarê pirtûka di warê tora terorîstî a “Elqaîde”yê got: Ya ku Elqaîde pê şanaz bû, “Osame Binladen” bû. Ew tiştek cuda bû û “Elzewahirî” nikare cihê wî bigre.
Navbirî got ku “Zewahirî” di yek sala derbasbûyî de tu kiryarek zanistî encam nedaye û tu daxuyanî nedane. Eva di halekê de ye ku Binladen di riya peyamên “vîdeo”yî daxuyaniyên xwe didan.

Niha ku di şiyana Elqaîdeyê de nine tu êrîşek mîna a 11 Sebtemberê bo ser Amerîka û hevalbendên wê bike û bi ser girûpên cuda cuda ên biçûk ên mihelî de parvebûye, hewl dide di wê riyê de ji xwe re baweriyê bidest bixe.
Wî karnasê Firansî got, “tenê çiqa Elqaîde a Yemenê di berhevdan tev cihên din kariye ji Amerîkayê re metirsî be”.
Karnas di vê baweriyê de ne ku tora Elqaîdeyê wa nîşan dide ku bûna wê heye û çalakiyên xwe dimeşîne, lê di rastî de saziya han hiloşaye û berbi nemanê diçe.