Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya 25`ê Gelawêjê çalakiyên xwe berdewam dikin

13:21 - 20 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ di Kurdistanê de, bi hilkirina agir, bîranîna 73`mîn salroja avakirina Partiya Demokrat bilind ragirtin.

Endam û alîgirên PDKÎ, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de, ji bo bilindragirtina bîranîna 25`ê Gelawêjê, li bajajrê “Nodşe” a Demokratperwer, li çend cihan de agirê pîrozkirina 25`ê Gelawêjê hil kirin, ku bû cihê dilgeşiya xelkê.

Herwisa li gundê “Gulçiyer” a girêdayî bajarê Merîwanê jî, endam û alîgirên PDKÎ çalakiyên teblîxî  lidar xistin.